Ji bo guhdarîkirinê:
Min digot, ezê vê nivîsê di salvegera qetilkirina Apê Mûsa de binivîsim; lê doh nebû. Doh, ji xewê şiya rbûm û min li nûçeyan nerî. Di nûçeyekê de digot: “Anter Anter kurê Apê Mûsa, di şerşokê de mir.” Di roja salvegera qetilkirina bavê xwe de, lawek miribû. Bila cihê wî, li hembêza bavê wî be. Û bi vê rêzika helbesta Mahmud Derwîş berdewam bikim: "Kurikê min gora min dît, û eciband. Xwest cem li min razê; mir."
Ev mijar di hesabê nivîsa min de tune bû. Lê kurikek di salgevera qetilkirina bavê xwe de miribû. Minê qala metika wî bikira; lê ew jî, çûbû bûbû mêvanê wê û bavê xwe. Mirin dawî bû an ji nû ve despêkek bû? Mirin; mirin e , ez ez im, tu tu yî. Rê rê bû, bîranîn bîranîn bû. Belê min go, biranîn. Reva min a lîseyê, û berî dayîna mitîngê.
Meriv dixwîne, teoriya xwe xurt dike; lê heger pratîk kêm be ew teorî jî nabe tiştek. xwîna min wê çaxê germ bû. Gerek min berî bida wê mitîngê. Tê bîra min, hilbijartina şaredariyê bû. Sala 2004’an. Cihê wî bihûşt be Aziz Baran, ji bo şaredariyê li Mêrdînê rakiribûn. Kurdan bi SHP'ê re kolalîsyon çêkiribûn. Cara yekê qonvoya wan, di ber min û hevalê min re derbas bûbû, em jî li bendî serwîsa xwe bûn. Wê serwîsa me bihata û me yê berî bida gund. Me ji wan re tilîyên xwe yên serkeftinê rakiribûn. Dilê me bi çoş û kêf bû, kelecana me zêde bû. Bûbû sibeh ez cardin, ji gund çûbûm lîseyê. Dersa me ya sibehê, "Wêjeya Tirkî û Ziman bû." Mamosteyê me, di bin çavan re awir li min vedidan. Min digot, serê vê sibê ev çima wer dike? Paşê hay bûbûm ku, ji ber doh bû. Çûbû û hatibû, çûbû û hatibû gotina xwe anîbû ser qonwoyê. Di wesayîta xwe de, li me nerîbû. Ew kêf û coşa me li zora wî çûbû. Ders xelasbûbû, bûbû piştî nîvro berê şagirtên lîseyê li sûka jorî Mêrdînê bû. Min pirsî bû ku mîtînga SHP' ê li Mêrdîna Jor heyî. Wê Dersa me ya erdnigariyê dest pê kira. Erdnîgariya me parçe werçe li ser linga bû. Gerek ez jî, rabûma ser lingan. Min û pismamê xwe jî, me berî dabû mitîngê. Di kontrola polîsan de, pêşî li ser min geriyabûn. Ez derbasî cihê qada mitîngê bûbûm; lê min li dawiya xwe nêrîbû ku pismamê min tune ye. Ez çavê tirsê bixwim, erê wileh. Ez keniyabûm. Ew li dersa pergalê vegeriyabû, ez li dersa gelê xwe vegeriyabûm.
Cara yekê bû, min xwe li mîtîngekê dîtibû. Kelecana min zêde dibû. Li aliyekî polîsên sivîl, li aliyekî birayê min ê herî mezin û li aliyê din jî birayê min ê jê biçûktir. De were û safî bike. Bira û pismamên min ên din jî , li wir. De ka ezê berê xwe bidim ku derê? Hema min got, birayê min ê mezin, îşê xwe ji min nayîne. Ezê bi aliyê wî ve biçim. Gava ku ez çûbûm ber bi aliyê wî ve, rastî kurê metika xwe jî hatibûm. Temenê me yek bû. Erê, berî çend salan, serê min şikenandibû, bavê min pîşo danîbû ser birîna min, lê va ye ez û wî em li heman qadê bûn. Zincîra mifteyekê, li cem bû, û ew zincîra mifteyê kesk, sor û zer bû; ala erdnîgariya me jî li ser bû. Kurê metika min digot: "Min di sola xwe de ev zincîra mifteyê veşart, polîs li ser min geriyan; lê nedîtin.
Zeman diherikî û min kêlî hîs dikir. Hozan Brader li ser dikê. Her ku digot: ''Rengekî sor e, rengekî kesk e, rengekî spî ye. Zerê li ortê xe. '' Kurê metika min ew zincîra mifteyê radikir û dihejand. Carcaran min jê distend û min jî ew zincîra mifteyê dihejand. Piştî ku Brader stranên xwe gotibûn, otobusa hilbijartinê hatibû. Hevserokê aniha Tuncer Bakirhan, gel silav dikir û di derbarê rojevê de ajîtasyona hilbijartinê dikir.
Meha adarê bû li Qamişlo, di lîstika futbolê de, ereban êrîşî kurdan kiribû û kurd hatibûn qetilkirin. Qala wê qetlîamê kiribû. Paşê ew çûbûn, piştî wan mêvanên mîtîngê derketibûn ser dikê. Îcar guh bidin vê çîroka bîranîna min.
Jinek cilên reş lê û li ser dikê bû. Min wê nasnedikir. Digotin: "Xweha Apê Mûsa ye." Lê wê çaxê min çîroka Apê Mûsa jî, nizanîbû. Mîtîng xelas bûbû, ez vegeriyabûm gund, min gazincên xwe, ji pismamê xwe yê xapînok kiribû û çûbûm malê. Birayê min ê mezin, li min dinêrî û dikeniya. Pismamekî min ê din bangî min kiribû; "Heval, şoreşger." Ji wê çaxê de, navê min bi kurmanciyê derketibû hetanî roja girtina min û sirgûniya min jî, ew nav bi min re ma.
Navê te bi kurmancîtiyê derketibe çû ji te. Êdî kirasê ji agir li te ye. Lê mijar ne ev e. Min ew jinik ji dayika xwe pirsîbû. Dayika min gotibû, Ew xweha Musa Anter e. Ji ber şîna birayê xwe Mûsa, wan cilên reş li xwe dike. Û dibêje, hetanî ez sax bim, ezê cilên reş li xwe bikim. Ji dûranî meriva mala Evdî ye. Gava ku dayika min qalkiribû, ez cardin li wê fikirîbûm.
Navê Xweha wî Terfa bû, rojekê ez li gund, li ber dîwarekî rûniştibûm, min dît ku wekî horiyekê jinek cilên reş lê yî û nêz dibe. Ew bi xwe bû, hatibû, cem merivê xwe. Ji ser a xwe daneketibû, hetanî temenê xwe jiyabû ew cilên xwe yên reş ji xwe nekiribûn. Şîna wê ya bi wan cilên reş, temsîliyeta şîna civaka me kurdan bû.
Belê, ev bîranîn carcaran tên bîra min. Li temenê çûyî difikirim û şewqa ku Apê me Mûsa da me, welatê me ronî dike. Dayika mi qala serpêhetiya wî kiribû. Min ji bavê xwe re jî, gotibû te Apê Mûsa dîtiye, hatiye gundê me? Digot: "Na, reîsê Cumhur Demîrel hatibû." Lêgerîna min di wan demên lîseyê de, çûbû ser şopa wî.
Min digot, ezê bibim rojnameger, ezê bibim nivîskar. Min dixwend û hey dixwend. Minê binivîsanda jî rojekê. Li zaningehê min Qimila wî jî xwendibû. Di girtîgehê de, min pirtûka ku li ser Generalên wî Biçûk xwendibû, û min digot ezê rojekê biçim ser gora wî. Min ew kul, ji dilê xwe derxistibû û ez û hevalên xwe berî çend salan çûbûn gundê wî, me Apê xwe, kalikê xwe yê porspî ziyaret kiribû. Em neviyên wî bûn, hestên me germ bûbûn, di nav arşîvan de wenda bûbûm. Diviyabû min ev biranîn binivîsanda, ji min re bû terapiyek; lê hûnê çi peyamê jê bigirin? Nizanim.
Berî çend rojan Xweha min geriyabû: “Wa min kitêba bi îmzeya kalikê te, ji te re peyda kir.” Kelecanî bûbûm û min gotibû: “Gava ku birayê min bê cem min, kitêbê pê re bişîne.” Belê min ew pirtûk, li cem hevaleke ditûbû, min jê xwestibû; lê gotibû: "Dinya jî, xera bibe ez nadim.” Sal zîvirîbûn, têkîliya min û wê qut bûbû. Lê ev jiyan bû, qismetê min bû. Wê û xweha min hev naskiribûn û gava xweha min li gund bû geriyabû. Ez keniya bûm û min gotibû: “Ez hevala te nas dikim.” Ez pê re şexilîbûm, digot: “Qîmetê xweha te li cem min mezin e.” Di wê kêlîkê de, min qala pirtûkê kiribû. Xweha min soza pirtûka bi îmzeya Apê Mûsa jê sitendibû. Li bendî pirtûka xwe me, xwedê kerîm e.