logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Bahçeli: Berdana Demirtaşî wê bi xêr be
  2. Demîrtaşî ji bo Bahçeli û Ozelî peyam belav kir
  3. Ew êdî Şovalye ye
  4. Bakirhan: Tirkiye mecbûr e li gor Xala 46'an tevbigere
  5. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
news-details

Li ser rêya festîvalê ji nava me bar kir Dost Çiyayî

Van rojan Festîvala Çand û Xwezayî ya Mûnzûrê didome. Tam 5 sal berê li ser riya helbestvanê me jiyana xwe ji dest da.

  • Dîrok: 03/08/2008
  • Beş: Serbest

 

Cemil Oguz

Van rojan Festîvala Çand û Xwezayî ya Mûnzûrê didome. Tam 5 sal berê li ser riya vê festîvalê me helbestvanekî xwe winda kir. Ew "Xemxurê zimanê kurdî" Dost Çiyayî bû.

Dost Çiyayî (Mahmut Çaça) di sala 1972'yan de li gundê Qelendera Mêrdînê hatiye dinê. Li gund, Mêrdîn û Qoserê xwendiye. Di sala 1991'ê de derbasî Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê dibe. Di sala 1992'yan de êşa gurçikan lê hasil dibe û du caran emeliyet dibe. Bi enfeksiyona jehrpêketina xwînê dikeve komayê, di dema ku her kes jê bêhêvî dibe de ew hêza xwe ya çiyayî ya ku di heman demê de ji paşnavê xwe girtiye nîşan dide û li jiyanê vedigere.
Çiyayî di sala 1995'an de ji beşa Mamostetiya Seretayî mezûn dibe û dest bi karê mamostetiyê dike. Di heman salê de dizewice. Lawek jêre çêdibe û navê Baz li kurê xwe dike. Di vê navberê de helbest û çîrokên wî di kovarên wekî Jiyana Reşen, Pelîn, Nûdem û Nûbiharê de diweşin. Ji berhemên Metîn Kaygalak, Muzaffed Îzgu û Murathan Mungan wergeran dike.
Li ser berhema Kaygalak helbestvan Dost Çiyayî ji hevalê xwe Remezan Alan re wisa dibêje, "Tu dizanî, hem gelek li xweşa min çû û hem jî heyfa min pê hat ku ne bi kurdi ye; Halbûkî êşa tê de çiqas ji me ye!"

Li ser kurdî serê xwe pir diêşand 

Helbestvan Dost Çiyayî ku li ser kurdî gelek serê xwe diêşîne, her dest davêje amadekirina, nivîsandina berheman di havîna 2003'yan de ji bo beşdariya Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bibe berê xwe dide Dêrsimê. Û di dema ku diçû festîvalê li ser rê qezayeke trafîkê derbas dike û jiyana xwe ji dest dide.

Çiyayî berî wefata xwe diçe Weşanên Avestayê, li ser pirtûkên xwe bi Edîtorê Weşanxaneyê Abdullah Keskîn re xeber dide lê bêyî ku bi awayekî çapkirî pirtûkên xwe bibîne xatir ji vê dinyayê dixwaze.
Piştî wefata wî, di sala 2005'an de pirtûka wî ya helbestan "Qetran" û pirtûka Metin Kaygalak ku bi navê "Bîra Rûyê Min" wergerandibû ji Avestayê têne weşandin, bêyî ku ew bibîne. Û ji wî ev berhem ji me re dimînin, hin jî nivîsên din ku hê ne diyar e li ku ne.
Di 5 saliya wefata Dost Çiyayî de heval û dostên Çiyayî ji me re qala wî kirin.

Nivîskarekî azwer bû

Weşangerê wî Abdullah Keskîn wisa Çiyayî bibîr tîne: "Berî mirinê dema hatibû cem me biryar dabû ku hem wergera wî, hem pirtûka wî çap bikin. Hem wekî şexsiyet, hem jî berhema wî pir bala min kişandibû. Wî hêviyek cidî dabû min, lê mixabin zû ji nava me bar kir."
Nivîskar Rezeman Alan jî di pêşeka ku ji bo "Bîra rûyê min de" nivîsandiye de wisa dibêje li ser Çiyayî: "Bavekî zana bû; ji bo ku di vê berpirsiyarî de nelikume heya çendekê barê xwendina pirtûkên pedagojîk dabû ser xwe. Malxwûyekî nazik, dildar û heqşînas bû. Mamosteyekî xebatkar bû; şagirtên wî zîrekên dibistanên xwe bûn. Maqûlekî bi sebir û semax bû; heya bêjeya dawîn bi guhên dil guhdarîdikir. Dostekî hêja bû; sadiqê jîvan, soz û sazan bû. Û helbet ew nivîskarekî azwer bû."
Hevalê wî çîroknivîs Yaqob Tilermenî jî bi van gotinan Çiyayî bibîr tîne: "Ew xemxurê zimanê kurdî bû. Ji peyva çiya pir hez dikir. Ji navê Qelendera ku navê gundê wî ye pir hez dikir. Me bi pirtûka Fepî Huseyîn Sagniç bi hev re xwend û ji wê em hînê kurdî bûn. Ji Feqî Huseyîn pir hez dikir. Çîrok, helbest û roman lêkir."

Eger jiyabûya dê temeke nû hilgirta helbesta kurdî

Helbestvan Arjen Arî jî li ser Dost Çiyayî dibêje; "Eger jiyabûya dê temeke nû hilgirta helbesta kurdî" û wiha didomîne: "Li gor wê temenê xwe ya ciwan serê xwe diêşand li ser edebiyatê. Nirx dida edebiyatê, tiştek hêja didît. Ji nimuneyên hiştine jî diyar e, erê di lêgerînekê bû lê bi ser ketiye."
Arî diyer dike ku "Dost hê vê gavê tê gihabû nasnameyeke helbestî bi dest bixe" û van gotinan bilêv dike: "Helbesta wî li ser piya ye, eşkere ye. Berê xwe daye bidestxistina îmgeyan. Li gora wê demê kurdewar e, îro jî kurdewar e. Riheke helbestî ya stûr mirov dibîne di nava helbesta wî de.
Wekî kes jî bi têra xwe li ser edebiyata kurdî, HAWAR'ê, helbesta kurdî û yên kurdên bi tirkî jî dinivîsand dişopand."
Arjen Arî wekî kes jî bi van gotinan pesnê Çiyayî dide: "Mirovekî dilovan, dilsoz bû. Hurmetkar bû. Nefsbiçûk bû."

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.

**

Nivîsên bi vê re eleqedar:

- MAHABAD Wê Li Dêrsimê Ji Bo Dost Çiyayî Bistrê

- Dostê Çiyayî

 

Fotoyê Dost Çiyayî ji malpera Weşanxaneya Avestayê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2025

Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî

news
  • 21 10 2025

'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed

news
  • 20 10 2025

Li ser 'Dojeha veşartî'

news
  • 19 10 2025

603 kevirên çargoşe û obsesîfek

news
  • 19 10 2025

Li pencereyê me yadê 

news
  • 14 10 2025

Fikirîna bi mentiqê tirkî: Sernavên tirkmancî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Li ser 'Leylan'an daxuyaniyek

ad

Ji bo ziman mîlyonek îmza dan meclisê

ad

Yildirim: Omer Xeyam ji Baba Tahir sûde wergirtiye

ad

Maça yekem ji bo mazûvan e: 5-0

ad

Arjen Arî tê bibîranîn

ad

Ji ber 'Peyama siyasî' ceza dan Guardiola

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bahçeli: Berdana Demirtaşî wê bi xêr be

  • 04 11 2025
news

Demîrtaşî ji bo Bahçeli û Ozelî peyam belav kir

  • 04 11 2025
news

Ew êdî Şovalye ye

  • 04 11 2025
news

Bakirhan: Tirkiye mecbûr e li gor Xala 46'an tevbigere

  • 04 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname