Diyarname
Teknîk Dîrektorê Manchester City Pep Guardiola li lîgê ji ber peyama siyasî rastî cezayê hat; heta 5'ê adarê ew dikare xwe biparêze, yan na dê ceza bê erêkirin.
Guardiola di meha sermaweza 2017'an de piştî referandûma li Katalonyayê benikek zer li ber berstûka xwe ve kiribû û gotibû ku bi vê yekê piştgirî dide siyasetmetdarên katalan. Federasyona Fûtbolê ji ber vê yekê ceza da Guardiola. Çapemenî dibêje ku di meha berfanbarê de du caran Guardiola bi awayekî fermî hatiye hişyarkirin lê wî di maça Kûpaya Federasyonê ya ligel Athletic lîstin de jî heman benikê zer li ber berstûka xwe ve kiriye û loma hatiye cezakirin.