logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
  3. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
news-details

Ahmet Turk: Barzanî bivir li lingên xwe dixe

Heyetek ji BDP'ê ku di nav de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî hebû, çû sersaxiya malbata Îdrîs Akgul ê di encama topa hewa

  • Dîrok: 29/10/2013
  • Beş: Nûçe

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

RIHA

Heyetek ji BDP'ê ku di nav de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî hebû, çû sersaxiya malbata Îdrîs Akgul ê di encama topa hewana çeteyan de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da. Turk nerazîbûn nîşanî astengkirina çûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslim a ji bo başûrê Kurdistanê da û got, "Kek Mesûd bivir li lingê xwe dixe."

Ji bo malbata Îdrîs Akgul ê ji ber topa hewana çeteyên El Qaîdeyê li taxa Cumhuriyetê ya Serêkaniya Rihayê jiyana xwe ji dest da, li gundê Axirtoşê konê sersaxiyê hat vedan û serdan dewam dikin. Ligel Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk, endamê Meclisa Partiyê ya BDP'ê Mehdî Aslan, Hevseroka BDP'ya Rihayê Leyla Akça, Şaredarên Wêranşar û Serêkaniyê gelek kes çûn sersaxiyê. Turk û heyeta pê re ji aliyê malbata Akgul û gundiyan ve hatin pêşwazîkirin. Turk û yên pê re derbasî binê kon bûn û ji bo malbatê bêhnfirehî û aramî xwestin. Şaredarê Serêkaniyê Îsmaîl Arslan di axaftina xwe ya li serdanê de xwest, Tirkiye tavilê li dijî êrîşên çeteyan tedbîran bigire.

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî da xuyakirin ku piştî zilma hezar salan kurd îro di encama berdêlên giran de xwe gihandiye asteke nû û destnîşan kir ku ew ne dijminê tu gelî ne. Turk got ku ew alîgirê biratiya gelan in û diyar kir ku hêzên serdest dixwazin gelê kurd ji holê rakin û got, "Dixwazin li Rojhilata Navîn gelan bînin pêşberî hev, li Rojava Kurd têkoşîna azadî û hebûnê dimeşînin. Çete bi qasî dijminê Kurdan e, ewçend dijminê Ereban e."

Ahmet Turk di dewama axaftina xwe de nerazîbûn li astengkirina çûyîna Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ji bo Başûrê Kurdistanê nîşan da û got, "Kurd sînorê xwe li Kurdan digire. Kek Barzanî bivir li lingê xwe dixe. Ev helwesta wî dikare di nava Kurdan de rê li ber encamên neyînî veke. Eger em nebin yek, emê bandora xwe ya li cîhanê winda bikin. Yekbûyîn û yekitiya me, dê bi dijminên Kurdan re gavan bide avêtin." 

Ahmet Turk bibîr xist ku tevî Akgul li Serêkaniya ser xetê heta niha 5 kes di encama êrîşên çeteyan de jiyana xwe ji dest dane û got, "Divê Tirkiye li hemberî van çeteyên ku wê di pêşerojê de bibin belayê serê wê, tedbîran bigire." Ahmet Turk axaftina xwe bi gotina pêşiyan; "Ga dimire çerm dimîne, Mêr dimire nav dimîne" bi dawî kir.

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 06 11 2025

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

news
  • 04 11 2025

Bahçeli: Berdana Demirtaşî wê bi xêr be

news
  • 04 11 2025

Bakirhan: Tirkiye mecbûr e li gor Xala 46'an tevbigere

news
  • 04 11 2025

Demîrtaşî ji bo Bahçeli û Ozelî peyam belav kir

news
  • 02 11 2025

MSD’ê civînek li Swêdê li dar xist

news
  • 02 11 2025

Mîlyonek û 843 hezar û 722 ehliyet neguherîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Li ser rêya festîvalê ji nava me bar kir Dost Çiyayî

ad

Dewletê dest danî ser Culemêrgê!

ad

Real Madrid gavek derket pêş: 1- 0

ad

Îro: Ji aliyê sporê ve agahiyên li ser koronayê

ad

'Kurdistan' tu çi yî?

ad

Doza Ergenekonê didome

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname