logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

'Kurdistan' tu çi yî?

Van rojan herî zêde li ser kurdan û Kurdistanê nîqaş tê kirin. Doz-ceza, têkoşîn, dîrok. Vaye bersiva Kurdistan tu çi yî

  • Dîrok: 05/09/2012
  • Beş: Serbest

Cemil Oguz

Van rojan herî zêde li ser kurdan û Kurdistanê nîqaş tê kirin. Li Iraqê nîqaşa 'Kurdistaneke Serbixwe', li Sûrî meseleya 'Xweseriya Rojavaya Kurdistanê', li Tirkiyeyê dîsa xweseriya demokratîk a ji bo kurdan meseleya nîqaşê ye. Nijadperestin tirk îdîa dikin ku kurd li dû 'Kurdistana Mezin' in û pêre jî êrîşê kurdan dikin. Di rewşeke wisa de, emê berê xwe bidin ka ev 'Kurdistan' çi ye, ji ku tê, ji ber vê 'Kurdistan'ê çi hatiye serê kî? Em ji serî de li meseleyê binêrin. Her wiha yên ji ber peyva ‘Kurdistan’ê ceza xarin jî ji bo me axivîn.

Dîroka kurdan heta Medan hinek din zelal e, lê ji wê wêdetir meseleya nîqaşê ye. Em wê jî deynin aliyekê û bên sedsala 7’an. Komek dîroknûsên rus wisa gotine: "Di nava sedsala 7'an de dema ereban Kurdistan fetih kir, li hemberî xwe gelekî ku bi ziman, çand û pergala civakî ji gelên din cuda bûye û bûye gelekî serbixwe dîtin "(1)
Bi vê dixwxazin bibêjin kurd êdî wekî ziman jî, çand jî ji faris û gelên din ên ji heman kokî veqetiyane û bûne gelekî serbixwe. Her çiqas ev serbixwebûn çêbûbe jî navê 'Kurdistan'ê ne wê demê, di sedsala 12'yan de derdikeve holê. Siltanê Selçûkî Siltan Sencer (1118-1157) di vê sedsalê de ji herêma 'Bihar' ku navenda wê li aliyê bakurêrojhilatê Hemedanê ye re dibêje Kurdistan. (2) Peyva 'Kurdistan' ku bi koka xwe paşgirê wê ji farisî tê, tê wateya "Cihê ku kurd lê dijîn".

SILTAN SENCER NAV LÊ DIKE

Piştî Siltan Sencer jî di serdema Osmanî de ev nav cih bi cih tê bikaranîn. Bi awayekî xweser jî tê qebûlkirin. Qanunî Siltan Silêman di sala 1526'an de ji Kralê Fransayê yê dîl hatiye girtin François re nameyê dişîne, bi pesnê wekî "Ez ku padîşahê Karadeniz, Rumelî, Anadolu û Karaman, Rum, Zulkadriyye, Diyarbekir, Kurdistan û Azarbaycan, Şam û Heleb, Misir û Medîne, Kudus û hemî diyarê Ereb..." (3) dibêje û Kurdistanê jî tîne ziman. Her wiha ev name bû mijara rêzefîlmê bi navê "Muhteşem Yuzyil" (rêbendan 2011) lê peyva "Kurdistan" wan sansur kir. BDP'ê mesele biribû meclisê, û di beşên nû yên heman rêzefîlmî de ev metin bi awayê orjînal hatibû bikaranîn.
Di salnameyên dewleta Osmanî yên sedsala 18'an û 19'an de jî ji herêma ku kurd lê dijîn re "Kurdistan" hatiye gotin (4) û bi vî awayî di nav dîrokê de cih girtiye.

PARÇEBÛN Û HETA NIHA

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî ku ji ber peyvên 'kurd' û 'Kurdistan'ê bi temamî 17 salên xwe li girtîgehê derbas kiriye, wisa qala Kurdistanê dike: "Li Rojhilata Navîn serjimariya kurdan 30 mîlyon e. Firehiya Kurdistanê wekî welat li dor 500-550 hezar kîlometre çargoşe ye. Digel ew qas serjimariyeke mezin, li dinyayê, di qada navneteweyî de statuyeke biçûk a kurdan jî nîn e." (5)
Piştî Şerê Cihanê yê Yekemîn li Rojhilata Navîn sînor ji nû ve têne sazkirin. Ev metrekareya ku Beşîkçî qal dike ji bo çar parçeyan tê parvekirin. Bi taybetî li Tirkiyeyê, li parçeyên din jî ev nav jî tê qedexekirin. Di vê sedsala 21'ê de, ka em niha binêrin li her parçeyî bi çi navî û çawa li peyva "Kurdistan" û cihê kurdan tê nêrîn.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Li başûrê Kurdistanê, bi gotineke din li 'Kurdistana Iraqê' piştî şereke dirêj ya YNK û PDK'ê di sala 1991'ê de ew bûn xwedî otonomiyeke û piştî ku DYA di sala 2003'yan de ket Iraqê û Sedam hat kuştin rewşa Iraqê û kurdan guherî. Pêre jî Zagona Bingehîn a nû ya Iraqê hate amadekirin.
Di Zagona Bingehîn a Iraqê de wisa tê gotin "Komara Iraqê dewleteke serbixwe û federe ye" (Xal 1), "Iraq welatê millet, ol û mezheban e" (Xal 3), "Erebî û Kurdî zimanên fermî yên Iraqê ne" (Xal 4, ben 1), "Rojnameya fermî bi her du zimanan tê weşandin. Belgeyên fermî bi du zimanan têne amadekirin û qebûlkirin. Ferman/nivîsên fermî bi her du zimanan têne nivîsîn. Pere, paseport, pul û tiştên wisa bi her du zimanan têne amadekirin" (Xal 4, Beng 2), "Saziyên federal û fermî yên li Herêma Kurdistanê her du zimanan bikar tînin" (Xal 4, Beng 3)

Di vê "Komara Iraqa Federal" de Herêma Kurdistanê jî xwedî Zagoneke Bingehîn e û di wê zagonê de jî rewş wisa hatiye ravekirin: "Herêma Kurdistanê, herêmeke Komara Iraqa Federal e, pergala wê ya siyasî komarparêz û parlementerîstî ye" (Xal 1), "Herêma Kurdistanê digel wîlayeta Dihokê, li gor sînorên berî sala 1968'an ji bajarên wekî Kerkûk, Silêmanî û Hewlêr; ji navçeyên Aqre, Şexan, Sincar, Telefer, Tilkef, ji Zimar, Beşqe yên girêdayî Nînova; ji navçeyên Xaneqîn û Mendelî yên girêdayî Diyala; ji navçeya Bedra û herêma Cesan a girêdayî bajarê Wasît pêk tê (Xal 2), "Herêma Kurdistanê digel ala Komara Iraqa Federal xwedî aleke taybet e, xwedî sirûd û cejna (21 Adar) taybet e." (Xal 6), "Herêma Kurdistanê xwedî Hêzên Parastina Gel e" (Xal 7), "Zimanê Fermî yê Herêma Kurdistanê kurdî ye (Xal 8, bend 1), "Bi rayedarên federal û rayedarên herêmên din re di karên fermî de her du ziman, erebî û kurdî têne bikaranîn" (Xal 8, bend 2). Li başûrê Kurdistanê li dor 6.2 - 6.5 mîlyon kurd dijîn (6)

LI ÎRANÊ 'EYALETA KURDISTANÊ'

Li Îranê, li gor gotina kurdan li rojhilata Kurdistanê bi awayekî fermî peyva "Kurdistan" nehatiye qedexekirin. Jê wêdetir navê Kurdistanê li eyaleteke kirine ku hê jî bi navê "Eyaleta Kurdistanê" eyaleteke Îranê heye, lê ev eyalet hemû kurdên Îranê nagire nava xwe. Loma di vî warî de li rojhilata Kurdistanê rewş hinekî tevlihev e. Bi kurtahî bajarên wekî Urmiye, Sine, Kirmanşan, Xuremava, Îlam, Hemedan, Şehrê Kurd heft bajarên mezin ên kurdan in û eyalet in. Yanê 7 eyalet hene ku navenda wan jî wisa ye: Urmiye navend Urmiye; Kurdistan navend Sine; Kirmanşan navend Kirmanşa; Hemedan navend Hemendan; Loristan navend Xuremava; Îlam navend Îlam; Bextiyarî (Çar mehalê Bextiyarî) navend Şehrê Kurd.
Di nav van eyaletan de "Eyaleta Kurdistan" ku Îranê qebûl kiriye navenda wê Sine ye û di nav de ev bajar û navçe jî hene: Merîwan, Seqiz, Dîwandere, Kamyaran, Bane, Qurwe, Bîcar.
Her wiha li Xurasanê jî li dor 2 mîlyon kurmancîaxêv hene. Dîsa bajarê "Mehabad"ê ku bi "Komara Mehabadê ya Kurdistanê" di nav dîrokê de tê nasîn, niha di lîteratura Îranê de Azarbaycan e û wekî navçeyeke girêdayî Urmiyeyê ye.
Wekî nota dawî ji bo hejmara kurdên li Îranê jî qala 6.5 -7,9 mîlyon kurdî tê kirin (7). Hin kurd dibêjin hejmara kurdên Îranê 11, hin qala 13 mîlyonî dikin.

REWŞA ROJAVAYA KURDISTANÊ

Niha parçeya ku herî zêde nîqaş li ser tê kirin û nediyar e ku dê çawa be rojavaya Kurdistanê, bi gotineke din Kurdistana Sûriyeyê ye. Piştî ku di navbera "Artêşa Azad a Sûriyê" û hêzên Beşar Esad de şer derket, kurdan jî ji bo ev şer û pevçûn nekeve nava wan dest danîn ser hin bajaran, dûre jî "Konseya Bilind a Kurd" ava kirin. Di heman demê de jî hêzên parastinê ava kirin. (8)

Sûriye ji aliyê îdarî ve xwedî eyaletan e. Piraniya kurdan li vir li Hesekê ne û hin jî li Helebê. Bajar û bajarokên girêdayî Hesekê ku di heman demê de ev bajarên (yan jî navçe) kurdan in ev in: Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê kaniyê, Dêrikê, Tirbesipiyê û bajarê Hesekê bixwe û çend bajarokên din.... Di van bajar û bajarokan de û hemû gundên girêdayî bi wan ve, kurd piranî ne û jê re Cizîra binxetê tê gotin.
Ji bilî van, Efrîn û gundên girêdayî wê, ji hêla îdarî ve, girêdayî Helebê ne. Her wiha Kobanê jî girêdayî Helebê ye ku navê wê yê erebî "Eynulereb" e. Tê wateya kaniya ereban.
Wekî din kurd li Helebê bêhtir di du taxan de dijîn, ew jî taxa Şêx Meqsûd û taxa Eşrefiyê ye.
Li Şamê, li taxa bi navê Rukniddîn ya ku bi navê taxa kurdan dihat naskirin û li taxa Zorava jî kurd hene. Li rojavaya Kurdistanê mirov dikare bibeje bajarên sereke û mezin ên kurdan Qamişlo, Efrîn û Kobanê ne.
Ji hêla cografîk ve piraniya bajarên rojavaya Kurdistanê û bakurê Kurdistanê hemberî hev in. Ji hêla cografîk ve, hemû bajarên kurdan yên Cizîra binxetê digihêjin hev û Dirbêsiyê bûye du heb (ya Sûrî heye û ya Tirkiyeyê heye). Serê kaniyê du serê kaniyê ne. Dêrikê, du Dêrik in... Amûdê bi Mêrdînê ve ye, û berê navê wê deşta Mêrdînê bû. Qamişlo hemberî Nisêbînê ye.
Li aliyê Tirbesipiyê û Dêrikê sê perçeyên Kurdistanê digihên hev. Her wiha Dêrik jî hemberî Zaxoyê ye.
Efrîn bi ser Rihayê ve ye. Kobanî jî bi navê Deşta Sirûcê tê naskirin.
Tişta niha tê nîqaşkirin ku kurdên rojava ji hev veqetiyan e hin herêm in: Di navbera Qamişlo û Efrînê de bajarên ereban hene, yên mîna Reqqa û Dêrizzor. Wisa jî Kobanê dora 200 km ji Efrînê dûr e. Qamişlo jî ji Helebê dora 300 km dûr e. Bajarên kurdan li Sûriyê li sê deveran in, lê hemû di riya bakurê kurdistanê ve digihîjin hev. Ger rojavaya Kurdistanê bi bakurê Kurdistanê ve bê girêdan, yan wisa bê hesabkirin hemû Rojava dibe yek parçe, lê niha ji hêla cografîk ve sê dever in.
Dewleta Sûrî demekê bi navê "Elhîzam Elerebî" (Kembera Ereb) projeyeke dabû dest pê kirin û bi vê pirojeyê xwestin ku bakur û rojava bi kembereke erebî ji hev cuda bikin û di çarçoveya vê kemberê de zêdeyî sîh gundên ereban li xakên Cizîra binxetê avakirin û heta niha ew gund hene; Çek (sîleh) dane wan û hemû erdên derûdorê jî dane wan.
Berevajî rewşa Îran û Iraqê, li Sûrî heta niha peyva 'Kurd' û 'Kurdistan' ji aliyê fermî ve qedexe bû. Li gor Zagona Bingehîn a Sûriyê kî li ser axa Sûriyê dijî ew ereb e. Serjimariya kurdên Sûrî 1,75 – 2.2 mîlyon e (9). Hin kurd qala 4 mîlyon kurdî dikin.

REWŞA PARÇEYÊ MEZIN

Li Tirkiyeyê ku kurd jêre bakurê Kurdistanê dibêjin digel ku di serdema Osmanî de wekî ciheke xweser hatiye bi rê ve birin jî di serdema Komara Tirkiyeyê de ev xweserî ji holê hatiye rakirin, pêre jî peyva 'Kurd', 'Kurdistan' hatiye qedexekirin. Niha digel ku TRT 6 bi kurdî weşanê dike, li hin zanîngehan beşên kurdî hene, dibistan dê wekî dersa bijarte perwerdehiya bi kurdî bide jî ,di tu zagonî de peyva "Kurd" derbas nabe.
Li gor kurdan hejmara wan a li Tirkiyeyê 20 mîlyon e. Wîkîpediaya îngilîzî dinivîse ku hejmara kurdan li Tirkiyeyê di navbera 13.4 - 18.6 mîlyonî de ye, lê ka em binêrin di Zagona Bingehîn de rewş çi ye?
Di xala 66'an a Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê de (Zagona ku Derbeya 82'yan amade kiriye ku hê jî li ser kar e) "Her kesê di nav Dewleta Tirk de tirk e, zarokê bav an dêyek tirk e." Di xala 42'yan de jî tê gotin "Ji bilî tirkî di saziyên perwerdehî û hîndekariyê de tu ziman nayê bikaranîn". Bi vî awayî kurd bi tu awayî nehatine qebûlkirin. Loma jî her kesê qala 'kurd' kiribe demeke dirêj di hepsê de maye. Yek ji wan jî Civaknas Îsmaîl Beşîkçî ye ku ji sala 1972'yan heta sala 1999'an bi giştî ji ber nivîsên xwe yên il ser kurdan 17 salan di girtîgehê de maye.

SALÊN 90'Î Û KURD

Heta salên 90'î bi her awayî bi qedexaya kurd û Kurdistanê dom kir lê di 14'ê avrêla 1991'ê de zagona bi hejmara 2932'yan hat guherandin û rê li ber "Weşanên ji bilî tirkî" vebû. Perê jî weşanên bi kurdî (wekî Welat, Rewşen, Nûbihar û hwd) derketin. Lê salên 90'î ev qedexe dom kir. Di salên 2000'î de konjoktora dinyayê jî, ya Tirkiyeyê jî guherî. Êdî dadgeran li gor xwe biryara ceza, yan beraetê dida peyva “Kurdistan”.

CEZAYÊN JI BER 'KURDISTAN'

Di 23.11.2011'an de Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan nameya Qanûnî Siltan Silêman a ku têde Kurdistan derbas dibe xwend, lê li Tirkiyeyê ji ber peyva Kurdistan gelek kes hatin cezakirin.
Yek ji wan kesan parêzvana mafên mirovan,parêzer Eren Keskin e ku wê di sala 2004'an de, di paneleke li Wêranşara Rihayê de qala peyva "Kurdistan" (Paşê li hin cihên din jî) kir. Keskin, bi 10 meh cezayê hepsê hat cezakirin (ev ceza li 3 hezar û 300 TL cezaya pereyan hate veguhartin).

Îsmaîl Beşîkçî ku 17 salan ji ber peyva 'Kurd' û 'Kurdistanê' di hepsê de derbas kir, di destpêka sala 2011'an de di kovara "Çagimizda Hukuk ve Toplum" de nivîsek nivîsî. Dîsa ji ber peyva "Kurdistan" doz lê hate vekirin û salek û 3 meh cezaya hepsê lê hate birîn. (Doza Beşîkçî niha li Dadgeha Bilind e)

Ji ber peyva Kurdistan nivîskar û weşangerên kurd jî rastî cezayan hatin. Yek ji wan jî Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê yê berê Edîb Polat e. Polat di sala 2006'an de li ser navê komeleyê Xelata Azadiya Ramanê dema dida Eren Keskin gotina "Ez kêfxweş im ku li Kurdistanê vê xelatê didim Keskin" bikar anî, doz lê hate vekirin. Ji ber axaftina heman rojê digel Polat li Eren Keskin û pêşkêşvan Murat Batgi jî doz hate vekirin. Di encamê de 10 meh cezaya hepsê li wan hate birîn (ev doz jî niha li ber Dadgeha Bilind e)

Di heman demê de Weşanger û Xwediyê Weşanên Pêrî Ahmet Onal jî gelek caran rastî ji ber peyva "Kurdistan" hatiye darizandin û ceza lê hatiye birîn.
Di sala 2012'yan de jî ev peyv hê qedexe ye. Di hejmara 4'an a Hawara Botan (adar-avrêl 2012) ku li Cizîrê derdikeve de ji ber peyva "Kurdistan" nivîskarê kovarê Mesut Candoruk bi dozê re rû bi rû ma. 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz li Candoruk vekir û di heman demê de ev hejmara kovarê hate berhevkirin (Der barê hejmarên din ên kovarê de jî ji ber sedemên din biryara berhevkirinê hatibû girtin)

'KURDISTAN'Ê BERAET KIR

Digel cezayan, carinan dozên ku ji ber peyva 'Kurdistan' hatine vekirin hatin betalkirin. Yek ji wan jî, doza der barê Hatip Dicleyê de ye. Dîcle li Bazîda Agirî di axaftina xwe de (12.07.2012) gotibû: "Cihê em jêre dibêjin Kurdistan, ew jêre Dogu ve Guneydogu dibêjin" û ji ber vê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erzeromê 2 sal cezayê hepsê lê birîbû, lê Dadgeha Bilind ev ceza betal kir.
Endamê DÎVES'a (Sendîkaya Kedkarên Dîyanet Weqfê) a girêdayî KESK'ê mele Mele Zeki Kormkaz dema li ser gora Mehmed Uzun mewlûd xwendibû û got: "Ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê el fatîha" doz lê hatibû vekirin lê beraet kir.

Li Rihayê jî rêveberekî DTP'ê Ahmet Taş ji ber navê “Hêlîn Kurdistan" li keça xwe kiribû hat darizandin, lê di encamê de ew jî hat beraetkirin. (13.11.2009)

ÊDÎ 'KURDISTAN' TÊ NÎQAŞKIRIN

Wekî tê dîtin li her parçeyî peyva "Kurdistan" bi awayekî tê bikaranîn, li gor daxwaz û nêrîna dadgeran carinan dibe sedema cezaxwarinê, carinan dozên tên vekirin betal dibin. Lê di vê sedsala 21'ê û di vê sala 2012'yan de peyva Kurdistan her ku diçe zêdetir dikeve rojevê. Ji bilî başûr û rojavaya Kurdistanê, li bakur jî 'Kurdistan' dikeve rojevê. Hevserokê BDP'ê hevpeyvîneke daye rojnameya Tarafê (10). Di hevpeyvîna ku bi sernavê "Dê sînorê Tirkiyeyê Kurdistan be" de wisa gotiye: "Di kurtedemê de ne mimkûn e, lê ger Iraq li sê parçeyan bê parvekirin dê sînor ji nû ve bêne sazkirin. Li Sûriyeyê dibe ku herêmeke Kurdistanê wekî fermî saz bibe. Maf û rewşa siyasî mijareke din e lê niha li Iranê eyaleta Kurdistanê heye. Di encamê de ji Îdir heta Hatayê, dê başûrê sînorên Tirkiyeyê hemû bi awayekî fermî bibe Kurdistan. Wê çaxê divê Tirkiyeyê bifikire û bibêje 'Ez bi lezgînî bi kurdên xwe re li hev bêm'. (...) Em ji bo Tirkiyeyê herêmên xweser dixwazin. Mînak erdnîgariya ku wekî Kurdistan tê bi navkirin dikare wekî sê yan jî çar herêmên xweser bê sazkirin. Hûnê bajarekî mezin bikin navenda wir. Bajarên ji aliyê xwegihandin, çand, aborî û civakî ve pêre têkildar in, bi wê ve girê bidin."

'PEYVA KURDISTAN DEFAKTO TÊ BIKARANÎN'

Li ser mijarê yek ji kesên ji ber peyva Kurdistan ceza xwariye weşanger Ahmet Onal e. Onal ji bo me axivî û wisa got: "Min li ser vê peyvê çend caran ceza xwar. Mînak di pirtûka ‘Dêrsimde Alevilik’ ji ber vê peyvê min salek û 6 meh ceza xwar, lê ew veguhartin cezaya pereyan. Çend cezayên din wisa çêbûn. Mesela pirtûka Mahmut Baksi “Teyrê Baz”. Berî sala 2005'an der barê peyva 'Kurdistan' de gelek doz dihatin vekirin. Pêşî ji xala 312’yan, dûre ji xala 216’an doz dihat vekirin. Piştî sala 2005'an ger qala 'Têkoşîna ji bo rizgariya Kurdistanê' û tiştên wisa nebin doz nayê vekirin. Rewş hinek guheriye, bi awayekî defakto peyva Kurdistan tê bikaranîn. Meşrûbûna bikaranîna peyva Kurdistanê çêbû, êdî ew jî bêdeng dimînin. Jixwe êdî dewletek Kurdistanê heye, têkiliyên wê bi Tirkiyeyê re hene, tesîra vê jî heye."

“KURDISTANA SÛRÎ JÎ DÊ TESÎR BIKE’

Nivîskar û Serokê Komeleya Nivîskaran a Amedê yê berê Edîb Polat ku hê doza wî li Dadgeha Bilind e jî wisa dibêje: "Ji ber axaftina min a li merasima xelatdayîna li Amedê doz li min vekirin. Min li dadgehê jî got; Niha herêmeke bi navê Kurdistanê heye. Ji aliyê hiqûqî ve Kurdistan tê bikananîn. Li ser sînor mohra wir li paseportên hemweyatiyên Tirkiyeyê tê dayîn. Têkiliya aborî ya Tirkiyeyê bi Herêma Kurdistanê re gelek e. Wezîrên Tirkiyeyê diçin Herêma Kurdistanê, li ber ala Kurdistanê rûdinin. Dîsa Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî bi awayekî fermî ji bo Tirkiyeyê tê vexwendin. Loma edî qedexeya li ser 'Kurdistan'ê divê êdî ji holê rabe. Wekî fiîlî niha ne wekî şertên 2005-06'an e, şertên îro yê Tirkiyeyê hatine guhartin. Jixwe Kurdistana Sûriyê jî dê tesîr bike.”

 

Çavkanî:
1- Kurdistan Tarihi, Amadekar: M.S.Lazarev, Ş.X. Mihoyan, E.İ. Vasilyeva, M.A Gasratyan, O.İ. Jigalina, Weşanên Avesta, 2001, Stenbol, Rûpel 20
2- Heman çavkanî… Her wiha kurdologê rus Bazil Nikitin (di pirtûka "Kurtlerin Tarihi, Cild 1" de heman tiştî dibêje)
3- "Devlet-i Aliye", Prof. Halil İnalcik
4- Kurdistana Osmanî, Weşanên BGST, 2011, Stenbol
5- "Hayali Kurdistan"in Dirilişi, İsmail Beşikçi, Weşanên Aram, 1998, Stenbol
6- Wikipediaya îngiLîzî
7- Heman çavkanî
8- Ji bo agahiyên berfireh hûn dikarin li beşa NÛÇE ya Diyarnameyê binêrin
9- Wîkîpedîaya îngilîzî
10- Taraf, 10.04.2012, hevpeyvîn: Neşe Duzel

Têbinî: Dê nivîsandina vê nûçeyê de li ser rojavaya Kurdistanê Helîm Yûsiv, li ser rojhilata Kurdistanê jî Îkram Balekanî alîkariya min kir. Ez sipasdarê wan im.

 

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2025

Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî

news
  • 21 10 2025

'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed

news
  • 20 10 2025

Li ser 'Dojeha veşartî'

news
  • 19 10 2025

603 kevirên çargoşe û obsesîfek

news
  • 19 10 2025

Li pencereyê me yadê 

news
  • 14 10 2025

Fikirîna bi mentiqê tirkî: Sernavên tirkmancî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Messi Ronaldo têk bir: 2-0

ad

Li Tirkiyeyê li ser Covid-19'ê hin biryarên nû hatin girtin

ad

Li hin bajaran rewşa pîrozbahiya Newrozê - 1

ad

Efsaneya 'Rocky' bi dawî bû

ad

KHK'yan rojname û ajansên kurdan girtin

ad

Polîsan dest danî ser 3 pirtûkan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname