Diyarname
Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" weşand. Pirtûka ku Mazhar Çiftçi amade kiriye ji çîrokên ku li herêma Ebexeyê dane hev pêk tê.
Ebexe navçeyeke bajarê Wanê ye. Ji aliyê rojhilatê ve li ser sînorê rojhelatê Kurdistanê, ji aliyê bakur-rojhilatê ve bi Bazîdê re, ji bakur ve bi Gîhadînê re, ji rojava ve bi Bêgiriyê re û ji başûr ve jî bi Qelqeliyê re cîran e. Wekî herêmên din ên kurdan li vê herêmê jî çîrokên gelêrî heta niha bi ser zar û zimanên çîrokbêjan re heta niha hatine. Ji van beşek girîng niha Mazhaf Çiftçi berhev kirine û wekî pirtûk çap kirine.
Pirtûka ku bi navê "Çîrokên Ebexeyê" ji Nûbiharê derketiye ji 47 çîrokên gelêrî pêk tê. Di pêvajoya berhevkirinê de her çîrok bi agahiyên teqez hatine tomar kirin: çîrok ji kê hatiye girtin, di kîjan rojê de, navê gund, temenê çîrokbêj û asta perwerdehiya wî. Bi vê metodolojiye pirtûk wekî belgeyeke folklorîk hatiye peşkeş kirin.
Piştî berhevkirinê, Çiftçi dest nedaye zimanê orîjînal, taybetmendiyên devoka Ebexeyê parastiye û hin peyvên ku îhtîmal heye nayên fêmkirin jî wekî nîşe hemwateyên wan ên din li binî daniye.
"Çîroka Dino Jîro, "Çîroka Eyeçê Xaz, Kurê Hirçê, Nebyê Paşa", "Çîroka Hemzê Helewan", "Çîroka Merivê Meraqdar", "Çîroka Mengene", "Çîroka Nîsko", "Çîroka Seyrê" hin ji çîrokên ku di nav pirtûkê de cih girtine ne.
MAZHAR ÇÎFTÇÎ KÎ YE?
Mazhar Çiftçi navê wî yê resmî ye, navê wî yê esllî Mezerê kalê ye. Di sala 1978'an de li Şerefxana Jorê ku gundekî Ebexeyê ye hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn li Ebexeyê, lîse û zanîngeh jî li Wanê xwendiye. Mastira xwe li Enstîtuya Kurdolojiyê ya Zanîngeha Wanê temam kiriye. Niha jî ew li Enstîtuya Kurdolojiyê ya Zanîngeha Bîngolê doktoraya xwe dike.
Çiftçi wekî civaknas li Edliyeya Wanê dixebite.
- Çîrokên Ebexeyê / Mazhar Çiftçi / Nûbihar / Folklor - Çîrok / 2026 / 508 rûpel
**********
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
******************************

Ger hûn bixwazin alîkariya Diyarnameyê bikin:
LÎNKA
Kreosus.com'ê bitikînin
LÎNKA
Patreon'ê bitikînin


