Diyarname
Cîgira Hevserokên BDP'ê parêzer Meral Daniş Beştaş got ku di pêşnûmaya parastina bi zimanê zikmakî de kêmasî hene.
Pêşnûmaya ku destûrê dide di dadgehan de bi zimanê zikmakî parastin bê kirin hate meclisê. Beştaş li ser pêşnûmayê wisa got: "Bi vê pêşnûmayê digel parastina bi zimanê zikmakî, rewşa nexweşên li girtîgehan, bi paş ve avêtina cezayê, hevdîtina girtiyan bi jinên xwe re û destûra ji bo nexweşan jî têde heye. Beşên ji bilî parastina bi zimanê zikmakî bêyî li nav raya giştî bê nîqaşkirin xiste pêşnûmayê ku ev yek tiştek şaş e. Beşa parastina bi zimanê zikmakî divê zûtirîn gavê de ji navê bê derxistin û li Lijneya Giştî ya Meclisê bê nîqaşkirin."
Beştaş got ku beşa zimanê zikmakî bi giştî erênî ye û xwest bi awayekî cidî nêzî vê yekê bibin.
Cîgira Hevserokên BDP'ê parêzer Meral Daniş Beştaş got divê beşa 'Bi awayê xirab bikaranîn' a di nav pêşnûmayê de bê betalkirin ji ber ku ev peyvek ne zelal e. Dadgehên li Tirkiyeyê her teqdîr bi awayê neyînî bikar anîne. Aliyê neyînî yê pêşnûmayê ev e. Li aliyê din kesê tê darizandin divê bikaribe ji saziyan wergerê bixwaze. Wisa nebe li Dadgehên bi Rayeya Taybet dikarin polîsan jî wekî wergêr nîşan bidin ku ev şaş e. Wergêr divê ji cihên bêalî bên peywirdarkirin. Her wiha bi devkî, bi zimanê zikmakî xweparastirin jî têrê nake, divê bi nivîskî ev parastin bê girtin. Ji ber ku bi nivîsan kes baştir dikarin xwe biparêzin. Divê van bigirin ber çavan û di pêşnûmayê de hin aliyan biguherînin."