ÎZMÎR
Li Taxa Çimentepe ya Konaka Îzmîrê komên alîgirên tîmên bajarên kurdan yên li Egeyê hatin ba hev û "Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê" damezrandin.
Di merasîma vekirina komeleyê de Dayikên Aştiyê, komên alîgir, nûnerên rêxistinên siyasî û civaka sivîl û gelek welatî beşdar bûn.
Halîl Çoşkun ê ku axaftina destpêkê kir, diyar kir ku komele ne tenê cihekî yekîtiyê ye ji bo tîmên herêmê, belkî cîhekî ye ku hemû alîgir dikarin xwe lê bibînin.
Wî her wiha got ku yek ji armancên damezrandina komeleyê jî vekirina qadeke alternatîf e da ku ciwanan ji narkotîkê, qumar û fihûşê dûr bixin.
Endama Dayikên Aştiyê Behiya Yalçin jî axivî û got ku em hêvî dikin ku ji bo zarokên me ji dilyak û tiştên din dûr bikevin alternatif çêbibin.
MA


