Diyarname
Ji duh da hêzên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrîşê taxên kurdan ên li Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê dikin. Barzanî û Talabanî li ser vê daxuyanî dan.
BARZANÎ: PAQIJIYA NIJADÎ DIJî KURDAN HEYE
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî di peyama xwe de got, "Metirsî li ser jiyana gelê sivîl û bêguneh heye. Li wê derê gefa paqijiya nijadî li dijî kurdan heye. Nabe pirsgirêkên siyasî bibe sedema paqijiya nijadî."
Barzanî bang li desthilatdariya Sûriyeyê kir û got, "Ez daxwazê ji desthilatdarên Sûriyeyê dikim ku pirsgirêkên siyasî nekin pirsgirêka neteweyî."
TALABANÎ: DILÊ MIN LIGEL GELÊ ME YÊ ROJAVA YE
Serokê YNK'ê Bafil Talabanî jî peyamek belav kir. Talabanî got "Ez bi dilgiraniyeke kûr li bûyerên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dinerim" û got, "Dilê min ligel gelê me yê Rojava ye. Ez piştgiriyê didin hewldanên ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan."
OZDEMÎR HIKUMETA ALMAN REXNE KIR
Berdevka Polîtîkayên Derve ya Koma Partiya Çep ya Parlamentoya Almanyayê Cansu Ozdemîr peyamek belav kir û bêdengiya hikumeta Almanyayê ya li hemberî êrîşên li ser taxên kurdan rexne kir.
MEBÛSA DEM PARTÎ: EM ÊRÎŞAN ŞERMEZAR DIKIN
Mebûsa DEM Partî ya Batmanê Zeynep Oduncu îro li Meclisa Tirkiyeyê êrîşa taxên kurdan ên li Helebê rexne kir û got, "Ji duh de êrîşên Şex Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin. Sivîl têne kuştin. ev yek sûcekê mirovahiyê ye."
Her wiha Oduncu bibîr xist ku tiştên li Helebê diqewimin, dê bibin sedema wêrankariyên mezintir ên li seranserî Sûriyeyê û got, "Em wekî DEM Partî van êrîşan şermezar dikin û dixwazin ne şer lê rêya diyalog û aqil bê hilbijartin."

**
Nûçeyên Eleqedar:
- DEM Partî: Divê hikûmeta Şamê êrîşên li dijî kurd û suryaniyan bi dawî bike
- Îlham Ehmed: Hikûmeta Demkî li dijî kurdan şer îlan kiriye