Diyarname
Hunermend Rotînda nota û çîrokên xwe kir pirtûk. Pirtûk bi navê “Çîroka Zarokên Roj û Agir I” derket. Di pirtûkê de nota û çîrokên Rotînda hatine bi cihkirin.
Li ser vê yekê ANFê nûçeyeke belav kir. Pirtûk ji aliyê hunermend Rotînda û aranjor Merdan Zirav ve hatiye amadekirin. Di pirtûkê de gotin, nota û çîrokên 50 stranên Rotînda cîh digirin. Notasyonên stranan û grafîka pirtûkê Merdan Zirav amade kiriye, gotinên stranan û çîrokan jî Rotînda nivîsandine.
Rotînda ev stran di navbera salên 1990-2019'an de nivîsandine û beste kirine. Û di pirtûkê de yek bi yek qala serdema amadekirina wan hatiye nivîsîn.
STRANÊN DI PIRTÛKÊ DE
Stranên ku di pirtûkê de cîh digirin ev in: Lo Vedat, Çar Stêrk, Dîrok, Yekitî, Gulê, Egîd, Kedkar, Şervanê Gelê Me, Dildarê Min, Bê Te Nabe, Dilşo, Sîser, Bawerî, Oxir Be, Çima Tenê, Delala Min, Qêrîn, Gerîla, Koçberî, Zîlan, Çarçela, Benda Te Me, Veqetin, Sê Jinên Azad, Êvarda, Avaşîn, Bihişt, Li Te Geriyam, Carna, Biçilmisî, Avî, Erdal Heval, Welatê Min, Gimgim, Nîvcû, Şev Nîvê Şevê, Newroz, Axîn, Ji Kerema Xwe, Ya Star, Roboskî, Koîro, Kurd im, Tekoşîna Jin, Dîlanê, Wenda, Sakîne, Heval Atakan, Nabihîsin.
ROJÊN ÎMZEYÊ
Ji bo danasîn û belavkirina pirtûkê de bernameya çalakiya îmzeyê hatiye amadekirin. Li gor vê 27'ê berfanbarê wê Hannovera Almanyayê û di 14'ê rêbendana 2026'an jî li Basela Swîsreyê roja îmzeyê bê lidarxistin.
Merdan Zirav ji bo ajansê gotiğe ew niha li ser cilda diduyan jî dixebitin û di vê cildê de jî dê 50 stran bi gotin, nota û çîrokên wan cîh bigirin.