Amed
Navenda Çanda Mezopotamyayê ji bo salvegera 20 saliya xwe pêşbaziya wêneyan li dar dixe. Yên di pêşbaziyê de bi ser bikevin dê bêne xelatkirin.
Pêşbaziya ku NÇM'ê daye dest pê kirin di bin mijara "Mezopotamya û Jiyan" de li dar dikeve. Wêneyên ku ji bo pêşbaziyê bêne şandin divê bi teknîka "Akrîtî" û "Boyaxa Zeytê" hatibin çêkirin.
Kesên bixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin divê heta 1'ê kewçêrê berhemên xwe bişînin Navenda Çanda Dîcle Firatê ya Amedê
Di nav juriya pêşbaziyê de Fewzî Bîlge, Berçema Çelik, Ehmed Ronîar û Yunus Guçlu hene.
Ji bo kesên eleqedar navnîşan:
Melikahmet caddesi, Arcak sokak, Sin Camii Arkasi 10/A (Dicle-Firat Kültür Merkezi) Balıkçılar Başı Suriçi/Diyarbakir adresine