logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

  • Dîrok: 28/09/2025
  • Beş: Hevpeyvîn

Diyarname
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Birêveberiya Xwerser a Demokratîk a Herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed got ku hinek dewletan pêşniyar kiriye ku general Mezlûm Ebdî bibe wezîrê parastinê yan sererkanê Sûriyeyê û ew vekirî ne bo vê pêşniyarê ku General Ebdî yan fermandarekî HSD'ê posteke wisa bigire. Ehmed  wisa got, “Dibe yek ji fermandarên HSD'ê bibe sererkan. Em ji vê re vekirî ne. Me ji wan re behsa van mijaran jî kir. Lê heta niha me bersiv nestendiye. Pêwîst e ku lihevkirin li ser sîstema birêveberiyê, sîstema leşkerî û entegrasyona leşkerî bê kirin. Girîng e pêşî lihevkirin çêbibe û paşê sazî tev lê bibin.”

Di kovara El Mecelayê Îbrahîm Hamîdî ligel Ehmed hevpeyvînek kiriye. Hevpeyvîn roja 27'ê vê mehê di beşa erebî de hate weşandin. Va ye hin beşên vê hevpeyvînê:
'LIJNE WÊ BICIVE'
Ehmedê diyar kiriye ku hevdîtin bi Şamê re hatine kirin da ku nêrînên girêdayî gotûbêjan nêzîkî hev bikin û gotiye: 
- Nexasim madeyên nakok. Gelek madeyên nakok hene. Lê yên bingehîn. Di van danûstendinan de, me nerînên xwe pêşkêş kirin. Lihevkirin çêbû ku lijne di demekê de bicivin an jî çaçvoeyek bo demê were diyarkirin. (Lijne) li ser her tiştî biaxivin û dernekevin heta ku nîqaş biqedin û paşê bên ragihandin. 

RÊVEBERÎ Û ARTÊŞ; EV HER DU PIRSGIRÊK IN
Li ser pirsyara “naveroka danûstendinan an gotûbêjan, lihevkirina 10'ê Adarê ye ya di navbera Colanî û General Mezlûm de çêbûye. Gelo xalên sereke çi ne ku her du alî li hev nakin?”:
- Heta niha bi rastî gelek xalên nakok hene. Nerîna Şamê bo xalên (nêrînên) pêşkêşkirî hîn jî ne diyar e. Anku hemû dosya bên rêkirin bo wan lijneyan ku ew ê nerînan nîqaş bikin. Tiştê em dibînin wisa ye. Anku xalên nelihevkirinê wekî mînak; dibe ku hêzên leşkerî bin û entegrasyona HSD'ê di artêşê de. Anku mekanîzmeya entegrasyonê. Her wiha mekanîzme yan şêwaza birêveberiyê li Sûriyeyê dê çawa be. Ev herdu xal in ku divê astengan çêkin û zehmetî di wan de hene. 

Ehmedê teqez kir ku divê danûstendin û hevdîtinên berfireh dinavbera lijneyên teknîk de hebin da ku ew nerînan nîqaş bikin. Li ser pirsa wê kengê bicivin?
- Diviyabû lijneyên têkilîdar vê mehê biciviyana lê hîn jî em li bendî Şamê ne ku bersivê bide û hîn jî Şamê bersiv nedaye.

HEJMARA HSD'Ê 100 HEZARÎ YE
Li ser pirsa gelo ew dibînin ku HSD'ê wek beşekî serbixwe di nava artêşê de cih bigire:
- Ev mijar hîn cihê nîqaşê ye û li gorî ragihandina destûrî jî ew ê parartêş (feyleq) hebin. Helbet ew ê yekîne û lijneyên hevpar hebin. Ji ber ku em hîn di dema veguhêz de ne. Divê pêvajoya entegrasyonê tedrîcî be, ne di cih de(rasterast) be. Helbet guhertinên rasterast jî ew ê encamên neyênî jî bînin. Ji bo ku em rê li ber van encamên neyênî bigirin, divê entegrasyoneke tedrîcî hebe. 

'GOTINÊN ÊRÎŞ QÊ BIBE FÊDEYA WAN TUNE YE'
Hatibû ragihandin ku Colanî berî demekê behsa wê kiribû ku divê heta dawiya salê meseleya entegrasyonê biqede û eger neqede jî, reng e Tirkiye operasyonên leşkerî bike...
- Dibe yek ji fermandarên HSD'ê bibe sererkan. Em ji vê re vekirî ne. Me ji wan re behsa van mijaran jî kir. Lê heta niha me bersiv nestendiye. Pêwîst e ku lihevkirin li ser sîstema birêveberiyê, sîstema leşkerî û entegrasyona leşkerî bê kirin. Girîng e pêşî lihevkirin çêbibe û paşê sazî tev lê bibin.
Bawer nakim ku gefa Tirkiyeyê rasterast bo êrîşî HSD'ê bike. Ez nizanim lê ne bawer im ev daxuayanî rast be. Lê ser çarçoveya demê, Me li Sûriyeyê gelek tişt dîtin û wisa di salekê de her tişt serrast bibe. Ev tiştekÎ xeyalî ye. Lê helbet heta ku kanalên diyalogê yên vekirî hebin û hewlên cidî bo lihevkirinê hebin, helbet ev ked ê bermdar bibe. Lê wisa tehdîd û gef, gotinên wekî “eger em li hev nekin ew ê şer hebe”. Tu fêdeya van gotinan tune ye. Ji ber vê pêwîst e em wekî Sûrî, ne ku wekî kurd an pêkhateyeke din, maddeyên destûrê nîqaş bikin. 

'EM QALA PERGANELE NENAVENDÎ DIKIN'
Li ser ragihandina destûriyeke çawa...
- Em behsa pergaleke nenanevndî dikin. Gelekî girîng e, nexasim di vê dema veguhêz de, da ku em yekîtiya Sûriyeyê biparêzin. Divê em misogerî/garantiya bidin hemû sûriyan bi hemû pêkhate û çandeyên xwe. Ji bo ku em dersa ji rejîma berê, rejîma çûyî bigirin ku pergaleke navendî bû û nasname perçiqandin. Heta eger demeke veguhêz be jî, divê sîstemeke nenavendî hebe ku desthilatên parêzgeh û navendê werin diyarkirin û ew desthilat bê dabeşkirin di nav wan de. Desthilatiyên berfireh bên dan bo parêzgehan. Di encamê de, divê di ragihandina destûrî de, şêwazeke ji nenavenditiyê hebe. Wekî mînak di parlementoyê de, du ode hebin ku parêzgehan temsîl bike û (ya din) gelî temsîl bike. Ya din jî mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê. Ev bendeke sereke bû ku diviyabû di ragihandina destûrî de cih bigirta. Temsîliyeta jinan; pêwîst bû bi kêmasî giringî bo rola jinan li Sûriyeya nû bihata dayîn. 

'GERE EM LI SER PERGALA SIYASÎ LI HEV BIKIN'
Îlham Ehmedê liser şiklê Sûriyeya nû jî axiviye û gotiye:
- Divê em li ser pergala siyasî li hev bikin. Anku eger em ê vegerin Sûriyeyê navendî, nexwe ji bo çi ew qas qurbanî dan, çima ev fedakarî hemû hat kirin. Lewra divê bi awayekî qonax û rewş baş bên fêmkirin bê ku têkevin nav tirs û sawên desthildarî û navendî. Lewra pêwîst e, nerînên piraniya civata Sûriyeyê werin stendin. 

'XALA 107'AN TÊRE NAKE'
Rejîma Sûriyeyê ya nû, li himberî daxwaza nenavenditiyê ya pêkhatiyên Sûriyeyê, madya 107'an a birêveberiyên herêmî ya rejîma Esedî derdixe pêş û wekî çareserî nîşan dide. Ehmedê li ser vê pêşniyar jî gotiye:
- Rejîma Esedî jî ev made wekî çareserî nîşan da lê me dît ku ev qanûn têra pêdiviyan nake. Lê wan (rejîma Esedî) got, nabe dest bibin destûrî û ew pîroz e. Helbet eger israr li ser vê qanûnê bê kirin, helbet ew ê lihevkirin nebe. Ev qanûn têra pêdividiyên civata Sûriyeyê nake. Ne tenê ya kurdan.
Ligel hinek bendên nexerab di maddeya 107'an de hene jî lê nabe. Mînak divê parêzgar hilbijartî be, ne were tayîıkirin. Asayîş/ewlekarî divê ji herêmê be û girêdayî encamena parêzgarê be. Wek^s mînak parêzgar efserekî ji parêzgehê tayîn bike bo ewlekariya navxweyî. Ew efser li hdmberî parlementoyê berpirsyar be û têkildariya wî bi wezareta hundirîn a li Şamê re hebe. Anku têkilî di beşekî de ew ê girêdayî Şamê be û ya din jî dê girêdayî encûmena parêzgehan be.

Li ser dabeşkiriya Sûriyeyê Ehmedê got:
- Eger mafên xwe bi temamî bistînin, em ê çima hewl bidin perçe bikin.”

'MODELA ME JI BO TEVAHIYA SÛRIYEYÊ YE'
Li ser pirsa “Mirov dikare bibêje ku projeya Rojava yan Rojavaya Kurdistanê, ew jî projeyeke yekîtiyê (ya Sûriyeyê) ye?” 
- Rojava navekî erdnîgarî ye. Lê modela li bakurê rojhilata Sûriyeyê heye, ew modeleke biçûk bo tevahiya Sûriyeyê ye. Ev herêm yek ji wan herêman e ku herî zêde cihêrengiya çandeyî û enteweyî tê de heye. Vê birêveberiyê karî mafên her kesî biparêze. Îca çima ev li Şamê neyê kirin ku mafên xiristiyan, elewî, durzî, kurd, çerkez û turkmen û herkesan were parastin.

RAST E JI BO WE POST PÊŞNIYAR KIRIN?
Li ser pirsa “Gelo rast e ku di danûstendina de li gel Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eseed Şeybanî de, meqam di hikumeta Sûriyeyê de bo we hat pêşkêşkirin/pêşniyarkirin. Her wiha çiqasî rast e ku hinek dewletan hinek meqam/post pêşniyarî we kirine. Wekî mînak ku General Mezlûm bibe wezîrê parastinê yan jî sererkan?”:
- Hinek pêşniyarên wisa çêbûn. Asayî ye ku dewlet bi vî awayî bifikirin. Lê ji bo me ya girîng ew e; temsîliyeta herêmê û şîrikatiya pêkahatên cihêreng di birêveberiya Şamê de girîng e. Her wiha ku lihevkirin çêbibe da ku em bigihîjin ragihandineke destûrî. Ev tiştên girîng in bo me. Anku ew pêşniyar e û em bi rastî bi kêfxweşî pêşwaziya pêşniyaran dikin û ew vekirî ne bo nîqaşê û em li ser wan difikirin. Lê helebt garantiyên destûrî ji bo min girîng in.
Dibe yek ji fermandarên HSD'ê bibe sererkan. Em ji vê re vekirî ne. Me ji wan re behsa van mijaran jî kir. Lê heta niha me bersiv nestendiye. Pêwîst e ku lihevkirin li ser sîstema birêveberiyê, sîstema leşkerî û entegrasyona leşkerî bê kirin. Girîng e pêşî lihevkirin çêbibe û paşê sazî tev lê  bibin.

PERGALA HERÊMAN
Li ser cudahiya herêma xwe û herêma Kurdistanê li “Bakûrê Iraqê” jî Ehmed gotiye:
- Cudahî di pergala birêvebirinê de ye. Li bakurê Iraqê, herêmeke kurdî heye ku helbet piştî fedakariya xelkê herêmê bi lihevkirineke navdewletî çêbû. Lê ya Rojhilata Bakurê Sûriyeyê ji aliyê xelkê herêmê ve hat kirin. Ya Rojhilata Bakurê Sûriyeyê ji aliyê hemû pêkhateyan ve hat avakirin û birêveberiyeke hevpar e. Anku ne tenê birêveberiyeke kurdî ye. Anku ew ne herêmeke kurdî ye. Ew herêmeke erdnîgarî di nava xaka Sûriyeyê de ye ku xwe dispêre nenavenditiyê. 

EM PIŞTGIRÎ DIDIN KEDA BARRACK'Î
Li ser balyozê DYA'yê bo Tirkiyeyê û nûnerê Trumpî bo Sûriyeyê Tom Barrack, Ehmedê got:
- Barrack kedeke mezin dide ku em zû bigihîjin lihevkirinan. Em spasdarên vê kedê ne. Tirs û nîgeraniya wî heye ku rewş dîsa biteqe. Gelek dewlet jî wisa ne û em sûrî jî ditirisin ku dîsa biteqe. Ew nûnerê amerîkî kedekê dide. Em pirştigiriyê didin vê kedê. Hêdî hêdî bi awayekî realîsttir rewş tê fêmkirin. Wisa bawer dikim ku hêdî hêdî bêtir rewşa heyî tên nasîn û ew fêm dike bê çawa bikare berjwendiyên dewletên cîran biparêze. 
 

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

news
  • 24 08 2024

Uslu: "Wergera 'Alfabeya Sosyalîzmê' bersivek ji bo yên dibêjin kurdî ne zimanê zanistê ye"

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Fermo pirtûka 'Edebiyata Modern a Kurdî'

ad

‘Zem’ hat qedexekirin

ad

'Bexçeya Havînê' bi 59 mîlyon dolarî hat firotin

ad

Serokê Juriya Laleya Zêrîn diyar bû

ad

Serîlêdana Turk û Tugluk hate redkirin

ad

Nivîskar Yaşar Aslan piştî 30 salan azad bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname