___Hevpeyvîn: Kadîr Stêra___
Min dît ku mejiyê bindestî yê berê hin kurdan dide dû çîrokên serdestan. Wekî çîroka ku Ferîd Edgu qal dike û li Culemergê heqaretan li me bindestan dike û hin kesên kurd çîroka wî dixwînin û parve dikin. Ji ber vê yekê, bi seba wergera Alfabeya Sosyalîzmê min jî xwest bi koçberekî re hevpeyvînê bikim. Emîn Uslu pirtûka “Alfabeya Sosyalîsmê” wergerandiye û pirtûk ji Weşanên Bêjengê derket. Uslu ji Semsûrê ye û ji ber fikr û ramanên xwe jiyana wî her li koçberiyê derbas bûye. Gava mamostetiyê dike, her wî ji bajarekî koçberî bajarekî din dikin. Aniha jî, ji ber ku ceza lê hatiye birîn li Swîsreyê koçber e. Ev ji heft salan bêhtir, dûrî welatê xwe ye. Belê biçûk, mezin ferq nake em her li koçberiyê dijîn. De ka ez dûdirêj nekin, em berê xwe bidin çîroka Emîn Uslu û xebata wî.
**
Hûn dikarin hinekî qala xwe bikin, we kengî dest bi xebatên xwe yî wêjeyê kir ?
- Wekî ku tê zanîn, li bakurê Kurdistanê bi Kurdî re mijûlbûn bi serê xwe pirsgirêk e. Ji ber ku di şeş saliya xwe de, we ji kurdî ango ji zimanê dayika we, yanê ji dayika we bidûrdixin.
Di şaş an heft saliyê de mirov dest bi dibistana tirkî dike. Ji vê destpêkê û şûn ve êdî, hêdî hêdî kurdî tê ji bîrkirin. Ji ber ku bi kurdî axaftin qedexe ye.
Di dema me de jî, qedexeyên dijwar hebûn. Wekî mînak li dibistanan sîxur hebûn. Bi şev diçûn, paş deriyan guhdarî dikirin ka kî bi kurdî diaxive, navê wan dinivîsîn, roja din momaste gazî wan dikirin, digotin tu, tu, tu... werin. Derdixistin pêşberî zarokan lêdidan, digot hûn bi kurdî axivîne.
Piştre çiqas ku ev tundî hêdî hêdî radibe jî, vê carê tundiya derûnî bikar tanîn. Ew çi bû? Ew jî biçûk xistin, reşkirin bû. Henekên xwe bi ên ku bi kurdî diaxivin, dikirin. Kurdî zimanê nezantî, cahiltî û wekî zimanê derveyî şaristaniyê nîşan didan. Ji ber ku mezinê me bi tirkî nizanîbûn, biçûk dixistin, nêzîkatiyên wekî sewalan nîşan didan. Ji her alî ve tirkî li ser mirov ferz dikirin. Bi vê yekê ve girêdayî kurdî jî reş dikirin. Wisa dikirin ku mirov şerm bike da ku nikaribe bêje ez kurd im. Û her wiha encam jî standin. Sedema ku îro, bi taybet di nava kurdên Bakur de kurdî nayê bikar anîn yek jê ev e, heta sedema sereke ev e.
Ez jî yek ji wan kesên ku para xwe ji van nêzîkbûna standiye û bi hesreta zimanê dayîkê me.
Ez mamosteyê dibistana seretayî ya tirkan bûm. Min di pêvajoya mamostetiyê de gelek zehmetî kişandin. Ji ber ku min dev ji kurdbûna xwe berneda, ez bi gelek cezayan re rû bi rû mam. Ez gelek caran sirgûn bûm. Min dixwastin demek berî demekê, dema min temam bibe da ku ez malnişîn bibim. Û hê ku 7 meh mabûn ez ji karmendiya dewletê bidûr ketim.
Kurdî tim di quncekî dilê min de veşartî bû. Lê ji ber ku ez tim sirgûn bûm derfet tunebûn ku ez pê re mijûl bibim.
Di dema lîse û dibistana bilind de carinan hinek kovar bi dest min diketin, min hewl didan ku ez bixwînim. Piştî ku min dest bi mamostetiyê kir hemû derfet ji dest min çûn.
Piştî sala 1990’î ez çûm welatê xwe çend salan li wê derê mam û di Sendikaya Perwerdeyê de xebitîm. Bi gelek hevalên hêja re hevaltiya min çê bû. Min wê demê carinan diceribandin lê min nikaribû biserkevim.
Piştî malnişînê ez bi awayek aktîf ketim nava siyasetê. Ji ber wê, dem û derfet dîsa kêm bûn. Ez çûm Mêrsînê. Li wê derê jî dîsa bi awayekî çalak min di nava xebatên siyasî de cih girt. Lê têkiliya min bi derdorên pêwendîdar ên kurdî re hebûn. Wekî KURDÎ-DER. Dîsa bi gelek hevalên rêzdar re têkiliyên min hebûn, lê mixabin ji dest kar û xebatên siyasî zêde dema min tune bû ku ez xwe bi pêş ve bibim. Min carnan gotar ango maqale dinivîsîn ji rojnameyan re.
Di eslê xwe de ez dikarim bêjim ku dibistana min a kurdî rojnameya Azadiya Welat bû. Jixwe ez abone bûm û min heta peyva dawiyê dixwandin. Carnan min dubare dixwandin. Li ser mijara rêziman min mamosteyên wekî Sami Tan dişopanadin. Rêzimana Celadet Alî Bedirxan û her wiha min gelek pirtûkên kurdî bidest xistin.
Bi kurtasî ez dikarim bêjim ku ez piştî 1990’î bûm kurd ango bûm xwe. Piştì ku ez hatim Ewropayê derfet zêde bûn hem ji aliyê ewlehiyê ve hem jî aliyê derfetên din ve.

Te niha pirtûka “Alfabeya Sosyalîzmê” wergerand û xebatên te didomin. Li gorî te di wêjeya kurdî de, werger di çi astê de ye ?
- Niha ìro em bala xwe bidinê, kurdiya nivîskî gelekî bi pêş ketiye. Ew demên ku min li jor qal kir, gihêştina berhemên kurdî gelekî zehmet bû. Ez dikarim bêjim ku xwendevan hebûn lê berhemên xwendinê tune bûn.
Jixwe piştî ku Tevgera Azadiya Kurd ango li çar aliyan têkoşînên kurdan zêde bûn, di vî warî de pêşketin jî zêde bû û pişt re jî Cûnteya faşist a 12 Îlonê/Rezberê pêk hat qedexe, zext û zordarî jî zêde bûn. Wê demê gelek xwende û ronakbîrên ciwan derbasî Ewropayê bûn. Ev pêvajo dişibiya pêvajoya dema sirgûniya Bedirxaniyan û xebatên wan ên li ser zimanê kurdî.
Em dirêj nekin di vê pêvajoyê de gelek berhem hatin afirandin. Wekî Mehmet Uzun, Mahmut Baksi û hwd. Kovara Rewşen, Enstitûyên Kurdî sazî û dezgehên cur bi cur hatin avakirin. Lê mixabin di nava vê dewlenendiyê de xwendevan kêm in. Îro ji aliyê xwendinê û axaftinê ve kurdî di nava xetereyê de ye. Ji aliyê nivîsandinê ve gelekî bi pêş ketiye.
Lê heger em pirsa we bibersivînin, mixabin aliyê wergerê gelekî qels e. Gelek klasîkên cîhanê, berhemên ramyarî, felsefeyî, wêjeyî wekî roman, çîrok, helbest û hwd ên giranbuha hene lê kurdî hê jî ji wan, ji gelekên wan bêpar e.
Ez hêvîdarim ji vir û pêve mijara wergerê dê têkeve rojeva wêjevan ronakbìr û rewşenbìrên me. Her çiqas ku xwandevan kêm bin jî divê em berhemên wiha bi qìmet têxin xizmeta kurdî.
Tu dikarî, ji me re qala pêvajoya wergera pirtûka Alfabeya Sosyalîzmê bikî?
- Gotinek pêşiyên kurdan heye, dibêje “Cîranê nemerd, mirov dike xwedan erd"
Min ji devê gelek qaşo prof, zanyar û siyasetmedarên tirk bihîstiye, dibêjin kurdî ne zimanê zanistê û wêjeyê ye. We jî bihîstiye. Beriya berxwedanên kurdan, digotin zimanê kurdî nîn e. Hinekan digotin tenê 30 peyv in. Apê Mûsa di mehkemê de dibêje “Hakim beg mirîşka min di pînê de 30 carê bi dengê cuda cuda qaşteqaştê dike, tu çawa dibêjî kurdî 30 peyv e?”
Siyasetmedarekî tirk bi navê Muharrem Înce heye, demekê bu namzetê Serokomariyê, ez bawrim gelê me piştgirî jî dayê. Qaşo xwende ye, mamosteyê fîzikiyê. Digotin kurdî ne zimanê zanistê ye. Ev gotinê faşîstan mirov diêşînin.
Wekî her mirovekî ji neteweya xwe, min jî zimanê xwe lêkola, ez pê re mijûl bûm, hê jî ez mijûl dibim. Min tim dixwest ez berhemeke wergerînim kurdî. Lê bi rastî Alfabeya Sosalîzmê di bîra min de tune bû. Min dixwest ku ez klasîkek cîhanî wergerînim. Kurê min Arjîn ev pêşniyar kir. Dema ku ev pêşniyariya kir gotina Muharrem Înce hat bîra min. Ji bo vê min bi kêfxweşî pêşwaz kir.
Sedema min a ku ez vê berhemê wergerînim yek jî, wekî ku hûn jî zanin gelek demokrat rewşenbîr û şoreşgeran bi vê bergemê destpê kiriye. Min jî cara pêşî ev pirtûk xwandibû. Hûn jî dizanin birêz Ocalan jî qala xwendina xwe ya vê berhemê dike. Bi kurtasî di derheqê vê pirsê de ez karim van tiştan bêjim. Lê ger ku emrê min têrê bike ez ê hewl bidim hinek berheman têxim xizmeta Gelê Kurd û Kurdî.
Ji bo yên nizanin, bi çend gotinan ger tu bibêjî, “Alfabeya Sosyalîzmê” qala çi dike?
- Alfabeya Sosyalîzmê, di despêkê de qala xerabiyên Kapîtalîzmê dike. Hem ji aliyê mirovî, hem ji aliyê xwezayê ve behsa texrîbata wê dike. Dîsa her tiştî ji bo berjewendiyê çîn a bûrjûwa dikare feda bike, behsa wê dike. Li aliyê din behsa aboriya Ssyalîzmê ya ji bo mirovan a wekhev dike.
Xeleke grîng jî ew e ku, kapîtalîzm bêyî şer nikare jiyana xwe bidomîne. Dijberê vê Sosyalîzm di navbera mirovan de çînan li holê radike her wiha şer diqede. Bi kurtasî mijar ev e.
Ev pirtûkek li ser ramana yî, wergera wê hêsan bû an na ?
- Birastî werger ne karekî hêsan e. Lê belê berhemên ramyarî jî hinekî din zêde zehmet in. Ji ber ku gelek têgeh hene. Carna tu dibînî ku peyvek hema bêje nîvê rûpelê dagirtiye. Ji ber wê hinek zehmetî hene li gorî romanê ango çîrokê. Lê ez dikarim bêjim çiqas zehmet be jî min bi kêfxwaşî wergerand.
Li gorî ku em dizanin hûn helbestan jî, dinivîsin. Gelo hûn li ser wergera helbestan çi difikirin?
- Belê, bi rastî destpêka nivîsa min helbest bû. Min gelek caran nivîsîn û ji ber sedemên siyasî, ewlehî her tim min îmha kirin. Ez hê jî dinivîsim. Pirtûkek min bi tirkî ya helbestan heye. Li weşanxana Tamara hate weşandin. Yek jî bi kurdî heye, bi navê “Çîroka Welat" lê mixabin ji ber sedemên diyar, li Tirkiyeyê ez nikarim çap bikim.
Belê, wergera helbestê ji xwe qetlîam e. Lê ev nayê wê wateyê ku helbest nikare bê wergerandin. Jixwe tê wergerandin. Lê tahma hestê ya orîjînal nikare bide. Zehmet e ku bişibe hestên helvestvanê ku ew helbest nivîsiye. Lê dîsa jî dikare bê wergerandin. Xwendevanên ku bi zimanê wê yê orîjînal nexwendibe dikare tahmê jê bigre. Lê yê ku bi zimanê wê yê orîjînal karibe bixwîne nikare tahmê ji wergera wê bigre. Bi kurtasî di karê wergerê de ya herî zehmet helbest e.
***