Diyarname
Derhênerê ji DYA'yê John G. Avildsen ku bi fîlmên xwe "Rocky" û "The Karate Kid" dihat nasîn roja 16'ê mehê di 81 saliya xwe de wefat kir. Kurê wî Anthony Avildsen li ser mirina bavê xwe got: "Ew mirovekî mikemel bû, pir jîrek bû."
Derhêner John G. Avildsen di sala 1976'an de fîlmê "Rocky" kişandibû û bi vî fîlmî 225 mîlyon dolar pere bi dest xistibû. Di serlîstikvaniya Rocky de Sylevster Stallone lîstibû û derhêner bi fîlmî Xelata Derhênerê Herî Serketî ya Oscarê bi dest xistibû.
Di nav fîlmên Avildsen de "The Karate Kid" ku vî fîlmî jî serketinek bi xwe re anî bû heye. Dîsa "Rocky III" û "Rocky V" jî ji aliyê wî ve hatibû kişandin.