Roja 2'yê mehê êvarê li bajarê Kerkûkê 8’emîn Festîvala Şanoya Kolanan ya Kerkûkê bi beşdariya çend komên şanoyê yên navxweyê Iraq û derveyî Iraqê li ber Mall of Kerkukê bi meşeke mezin û lidarxistina çend çalakiyan destpê kir.
Di dema meşê de çendîn çalakiyên hunerî yên muzîkê, çendîn lîstikên şanoyê û çandî hatin lidarxistin û meşê heta ber Boulevard Hall of Kerkûk dewam kir.
Li vir piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan, stranek li ser pêkvejiyana netewên Kerkûkê ji aliyê hunermend Rûbar Kakeyî ve hate pêşkeşkirin.
'NIHA YEK JI FESTÎVALÊN MEZIN E'
Ji komîteya amadekar ya festîvalê Nejad Necim axaftina destpêkê kir û got; “Ji xewnê ber bi rastiyê ve. Eger xewn nebe rastiya wê jî pêk nayê. Berê em bajar bi bajar digerin ji bo ku şanoya Kerkûkê nîşan bidin an jî ji bo festîvalekê werin vexwendin. Lê niha yek ji mezintirîn festîvalan li Kerkûkê, festîvala şanoyê ye.”
'KERKÛK BAJARÊ PÊKVEJIYANÊ YE'
Piştre Waliyê Kerkûkê Rêbwar Teha jî axafî û got; “Em gelek spasiya Wezîrê Rewşenbîriyê yê Herêma Kurdistanê Hemey Kak Heme ku bi berdewamî alîkariya şanogerên Kerkûkê kiriye ji bo pêşkeşkirina festîvalên wekî vê. Kerkûk bajarê pêkvejiyanê ye. Emê vê pêkvejiyanê biparêzîn.”
'HEMÛ PÊKHATE BI CIL Û BERGÊN XWE BEŞDAR DIBIN'
Wezîrê Rewşenbîriyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hemey Kak Heme jî wisa got; “Kerkûk bajarê pêkvejiyanê ye û vê yekê wisa kir ku em tabloyeke wiha bedew û xweşik bibînin. Tabloyek wisa ku em tê de hemû netewên Kerkûkê bi cilûbergên xwe yên taybet beşdarî vê festîvalê bûne.”
Dûre ji roja destpêkirina vê şanoyê heta îro dokumantarek hat nîşandayîn.
Di bernameya roja destpêkê ya festîvalê de xelatên zêrîn yên 8’emîn Festîvala Şanoya Kolanan ya Kerkûkê ji çend hunermendên şanoger yên bi ezmûn yên li nav Iraqê û derveyî Iraqê re hatin dayîn ku isbata pêkvejiyana Kerkûkê hatin dayîn. Ev xelat ji aliyê Koma Hunera Netewî ya Kerkûkê ve hatine amadekirin.
Herî dawî roja yekê ya çalakiyên festîvalê bi derketina dike ya hunermend Dilşad Salih û pêşkeşkirina çend stranan bi dawî bû.
Festîvala Şanoya Kolanan ya Kerkûkê dê 3 rojan bidome. Di çarçoveya festîvalê de wê 20 lîstikên şanoyê bên pêşkeşkirin û di fînala festîvalê de wê xelat ji kesên serkeftin bidestxistine bên dayîn.
