Hasan Cemal*
Heps bi siyasetmadarên kurd ve heta ber dev tijî ye, tevgera kurd ya siyasî bi tevahî tûşî neheqiyan dibin. Ji meha gelawêja 2015’an vir de ji HDP’ê 10083 kes hatine binçavkirin û 4420 kes jî hatine girtin.
Tam qirkirineke siyasî tê jiyîn…
Lê ji medyayê dengê “tik”ekê jî nayê.
Raya giştî deng dernaxe.
Hema bêje hemû serokên şaredariyan yê HDP’ê ji peywîrê hatine girtin, 84 hevşaredar hatine girtin, li 77 şaredariyan jî kayyûm hatiye tayînkirin.
Îradeya ku gelê kurd bi dengên xwe kifş kiriye ji dewletê derbeyeke kujer dixwe.
Dengek wekî “tik”ê jî ji medyayê dernayê.
Raya giştî bêeleqe ye.
13 wekîlên HDP’ê di hepsê de ne.
Wekîliya Hevseroka HDP’ê Figen Yuksekdag a ku di pişt caxên hesinî de ye hate betalkirin. Di meclisê de ev dengdayîn piştî çendîn salan bû nimûneya yekem.
Hevserokê HDP’ê yê din Selahattîn Demîrtaş ji meha sermawezê vir de di hepsê de ye. Cezayê ku jê re tê xwestin ji sed salan zêdetir e. Ji mebûsan Meral Daniş Beştaş, Îdrîs Balûken û Ayhan Bilgen girtî ne.
Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak tevî Hevşaredarê Şaredariyê Firat Anli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya çendîn wext e di hepsê de ye.
Dengek wekî “tik”ê jî ji medyayê dernayê.
Raya giştî qet deng bi xwe naxe.
Operasyonên binçavkirin û girtinê yên derbarê kadroyên HDP’ê de, bi şêweyeke rêkûpêkî tê domandin.
Bi taybetî kadroyên dê bibêjin NA wekî hedefa operasyonê tên dîtin.
Lê mixabin ji van jê yek jî nabin nûçe, tenê di asta hejmaran de tên dîtin.
Mebûsa Batmanê ya kevn Ayla Akat jî ji sermaweza par de li pişt caxên hesinî ye. Derheqê wê de cezayê giran tê xwestin.
Navê sernivîsa min ya îro Ayla Akatê, lê kir:
Kurd duh jî tenê bûn îro jî tenê ne!
Kesên ku li Tirkiyeyê aştî, demokrasî, hiqûq û azadiyê dixwazin bila vê hevoka siyasetmedara kurd Ayla Akat a ku serî netewandî, fêhm bikin, hewl bidin di dilên xwe de hîs bikin.
Bila di vê hevokê de bifikirin ku bersivên pirsên veqetîna hîsî çi ye, ev jihevqetîn çima riyên aştiyê dixitimînin, bibînin.
Ev pirsgirêkên di çengelên pirsnîşanan de li ba dibin, mixabin ji damezrandina Komara Tirkiyê vir ve nehatiye çareserkirin.
Dîsa ya ku ravî me dike ku em di riya xelet de ne, hepsên ku ji qirkirinên siyasî yên kurd re malovaniyê dikin û hetanî ber dev tijî ne.
Ayla Akatê nameya bi sernavê “Kurd duh jî tenê bûn îro jî tenê ne!” têkildarî qetlîama Roboskiyê nivîsandibû. Min ev nameya têkildarî qetlîama dewletê ku desthilata Erdogan serê wê nixumandibû di kuncikê xwe yê Milliyetê de di 01.01.2012’yan de weşandibû.
Hinek beşên wê dîsa digirim kuncikê xwe:
Hasan Cemal merheba;
Di demên hest tîr/gur dibin de nivîsîn jî zor e.
Roboskî yek ji gundên herî nêzîkî sînor e ku girêdayî Qilabanê ye.
Qerebalixeke mehşerî kom bûye, gazî û hewar e.
Yên gilî dikin, çavên bi hêsir.
Êş ew qas mezin û rast e ku tu tiştek ez bibêjim û bikim tune ye.
Giregirên gund deriyên dikanekê vedikin.
Zarok li erdê vezeliyane…
Bêdengî…
Tevahiya bedena hinekan heye lê di rewşeke nayê naskirin de.
Hinek parçe parçe di hundirê torbeyekî de.
Weslên hinekan derketine der, çavên hinekan vekirî.
“Dayika wê ev fanorî jê re nû çêkiribû”
Bi girî dipirsim, dê malbat çawa nas bikin zarokên xwe.
Bavekî dibersivîne, dayika wê ev fanorî jê re nû çêkiribû, yekê din dibêje ev solên zarokê min e
Min ji tiştên didît bawer nedikir, lê min hewl dida wateyekê bidim tiştên min dibihîst.
Yek dibêje: Mebûsa min, ji wî hefsarê qantirê yê ku di dest de, me yek nas kir… em dizanin ew hefsarê qantira kîjan malbatê ye… ew hefsarê di kefa dest de bi hişkî pê girtiye, deriyê nanê wî, her tiştê wî ye…
Dixwazim bi ser xwe ve werim.
Bihêrs im
Dibêjim, em ê hesabê vê yekê bipirsin…
Wekî kê?
Wekî mirovek, wekî kurdek, wekî jinek û wekî dayikek.
Bi hezaran mirov li derve sekinîne.
Ya ku ew aniye cem hev êşa hevpar a ku hatiye jiyîn e.
Îzolekirina kurdan…
Kurd tenê bûn…
A niha jî tenê ye gelê kurd…
Civaka ku di şîn û şadiya xwe de hevparîtiyek çênekiribe dê çawa bihevrebûn û yekîtiya xwe çêkin?
Ew kesên ku hewl dane bi mantiqa tekîtiyê nasnameya me, zimanê me, çanda me, ol û baweriya me binax bikin hêj negihîştine armancên xwe.
Lê bi van polîtîkayên xwe di şîn û şadiyê de em bi tenê hiştin.
Ya ku bi dest xistin ev bû.
Halbûkî ya ku hetanî aniha gelê tirk û kurd dianî cem hevdu nirxên manewî bûn.
Ev sînor me xêz nekirine Hasan Cemal.
Birayên xwe, apên xwe, xaltiyên xwe, metên xwe, xalên xwe, zarokên wan li aliyê din ê hidûd me nehiştin…
Ji ber vê yekê bi van tixûban re her dem pirsgirêkên me çêbûne.
Sînorên hatine xêzkirin li hember van rastiyan pûç bûne.
Ciwan, zarok dê çi bifikirin?
Dihate gotin ku bila dayîk negirîn…
Min di dema rakirina cenazeyan de ciwanên çav bi hêsir hetanî zarok jî dîtin.
Piştî paqijkirina hêsirên xwe ev ciwan û zarokan dê dest bi fikirînê bikin.
Çi hate serê wan?
Kî windakirin?
Çawa winda kirin?
Valahiyên wan dê çawa dagirin?
Çima ev hatin serê wan?
Bibêjin:
Ji bilî kurdbûn û li Kurdistanê hatina wan ya dinê çi sûcê wan zarokan dikare hebe?
Dîsa li hundirê dikanê dinêrim…
Du nûgihaştî û yên mayî zarok. Ancax di salên 12, 13, 14 û 15’an de…
Qaçaxvan in ew!
Bazirganiya li derûdora tixûb dikin.
Wekî din jêdera debara wan tune ye.
“Di qezaya operasyonê de”mirin…
Ewil wekî terorîst hatin dîtin, dû re bawerkirin ku terorîst in û ew kuştin.
Ew kedkarên biçûk yên erdnîgariya zilmê bûn…
Li Qilabanê ku zivistana wê pir dijwar derbas dibe, fanoriyek, pantorek belkî bi pereyê çûn û hatina çend caran berhev kirî dê qapût û defter û qelem bigirtana…
Ticareta li aliyê din ê hidût ji bo wan jêdera debarê bû.
Ev pêvajoyeke fêrbûnê ya ji salên zaroktiyê ve dest pê dike ye.
Eynî mîna çiraxtiya li cem porjêkirekî, dartraşekî…
Qaçaxvan in ew!
Dest di dest de mirin, dest di dest de hatin veşartin.
Kesên ewil ên gihîştine cihê bûyerê dîtine ku du zarokên êdî nayên naskirin dest di dest hevdu de bûne…
Je ber vê yekê malbatan biryar daye ku van herdu zarokan li cem hev bikin gorê…
Gotin: Ew dest di dest hevdu de mirin em wan ji hevdu cihê nekin.
Dilê min bû bizota agir…
Cenazeyên wan, ji înada kesên dixwestin qetlîamê veşêrin, bi beşdariya hezaran mirovî spartin axê…
Li ser me helîkopter digeriyan…
Bi şev di derengiya şevê de em gihîştin Amedê… Lawê min raneketibû, min ew hembêz kir, min xwest hêsirên çavê xwe veşêrim lê nebû… min jê re got, min pir bêriya te kiriye ji ber wê ye…
“Rabe kurê min wexta xewê nîn e”
Di guhê min de dengê zêmara, bavekî ku min nikarîbû rûyê wî di qerebalixê de bidîtibûya, bi kurdî digot “rabe kurê min wexta xewê nîn e” olan dida…
Ew dayika ku digiriya û digot “kurê min xwendekarê pola heftan bû, cara ewil bû çû qaçaxiyê. Min got neçe. Got dayê hewcedariyên min hene, dê xerciya min jî çêbe û çû” qet ji ber çavên min naçe…
Ew pîra ku bi zêmaran digot “ji malbata me 28 gênc kuştin. Di malbata me de ciwan nema” qet ji bîra min naçe.
Şev çawa giran e, çawa…
Tenê kesên ku “duh”ê ji bo “îroj” wekî rêber dibînin, bi hêza rastiyê dikarin “siberoja” xwe bi dest xin…
Raman û hestên Ayla Akatê yên pênc sal berê wiha…
Ji meha mijdarê vir de jî di hepsê de ye.
Der heqê wê de cezayên giran tê xwestin.
Careke din dubare dikim.
Hetanî em êşa ku nisiliye bi ser gotinên di hevokên jor ên Ayla Akatê de fêhm nekin, hetanî ku em van êşan di dilê xwe de hîs nekin, hetanî ku em “jihevqetînên hestî” yên di nava hevokan de veşartî zeft nekin, hetanî ku em sedemên di bin qêrînên “nalet lê be”yê de nebînin û hetanî ku deriyên girtîgehan venebe dê tu carî aştî neyê vî welatî…
Werger: M. Mamoste Gimgimî