Diyarname
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li Stenbolê bi beşdariya gelek hunermendan konsereke mezin li dar dixe.
Konsera ku bi diruşma "Venamire" tê li dar xistin di heman demê de ji bo bîranîna hunermend Aramê Dîkran û Fatma Îsa hatiye pêşkêş kirin.
Konser 28'ê mehê wê li Li Navenda Şahiyan a Bostanciyê bê li dar xistin. Di konserên de hunermendên kurd Tara Caf, Egîdê Cimo, Mehmet Atli, Koma Agirê Jiyan, Meral Tekçi û Îlkay Akkaya derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin.
Her wiha dê komên şanoyê û komên semahê wê hunera xwe bi temaşevanan re parve bikin.