Diyarname
Collins Dictionary her sal peyveke nû li ferhenga xwe zêde dike, îsal peyva "Brat" lê kir.
"Brat" ji stranbêj Charli XCX sûde girtine û ev peyv afirandine. "Brat" di wateya 'şexsiyetê kêfgir, serbixwe û xwebawerî bilind' tê bikaranîn. Ev peyv di heman demê navê albuma hunermend bi xwe ye ku di meha pûşpera îsal de derketibû.
Ev peyv bi hunermend Charlie XCX wisa navdar bû ku Kamala Harris bi xwe jî di kampanyaya xwe de bikar anî.
Li aliyê din peyva "Era" jî xistin lîstiye ku ji tûrneya stranbêja navdar Taylor Swiftê îlham girtine. Tûrneya Swiftê Eras Tour bû ku "Era" ji wir hatiye afirandin.