Diyarname
Ji tîmên Îngilistanê Arsenal û ji tîmên Hollandayê PSV Eindhoven divê 15’ê mehê di maça Lîga Ewropayê ya UEFA’yê de bihatana hemberî hev lê maç ji ber şînê hat bi paş ve xistin.
Ji bo mirina Kralîçe Elizabetha 2’yemî li Îngilistanê 10 roj şîn hatiye danîn Ev maç jî ji ber vê hat betalkirin. Hat gotin ku ji ber şînê dê polîsên ewlehiyê kêm bin, ji bo pirsgirêk dernekevin maç hatiye betalkirin. Lê ev jî heye ku ji ber mirina kralîçe li nav welat 10 roj şîn hatiye danîn û ji ber vê hemû maçên fûtbolê, bezîna hespan, spora bisqilêtê û tiştên din ên sporê hatin betalkirin. Ev maç jî kete ber wê. Roja lîstina maçê paşê dê bê eşkere kirin.


