Diyarname
Tirkiye bû welatê yekemîn ku Wattpadê qedexe dike. Yekîtiya Weşangeran a Tirkiyeyê dijî qedexeyê derket.
Di sala 2006'an de Allen Lau û Ivan Yuen ev platforma Wattpadê li Torontoya Kanadayê ava kir. Ev platform li çar aliyên dinyayê nivîskar û xwendekaran tîne pêşberî hev. Platform rê dide ber gelekan ku gelek cure çîrokan, helbestan belav bikin û kesên din van çîrokan/helbestan bixwînin, şirove bikin. Wattpad ji bo kesên bi ser temenê 13'yan re bû. Lê niha Tirkiyeyê ew qedexe kir.
10'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Enqereyê ev platform qedexe kir û niha li Tirkiyeyê xwegihandina vê platformê hatiye astengkirin.
'ARMANC JI QEDEXEYÊ ÇI YE?'
Yek ji endamên avakar ê Komeleya Azadiya Ramanê Prof. Dr. Yaman Akdeniz dijî vê qedexeyê derketiye û gotiye, "Herhal li dinyayê em bûn welatê yekemîn ku vê Wattpada navdar qedexe dikin. Li Tirkiyeya welatê qedexeyan armanc ji vê qedexekirinê 'parastina zarokan a ji tiştên bi zirar e' yan 'parastina pergela dewletê' ye, ne diyar e."
'EV MUDEXELEYA NIVÎSANDIN Û XWENDINÊ YE'
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) bi ser tora civakî re daxuyaniyeke belav ir û got ku der barê qedexeyê de tu agahî nehatiye dayîn û got, "Em her dibêjin, qedexeya li ser hevkarên pirtûkên mudexeleya mafê nivîsandinê, mudexeyela xwendinê ye."
TYB'ê diyar kir ku azadiya ramanê û azadiya xwendin û belavkirinê ku ligel vê tê, yek ji xala bingehîn a civaka demokratik e û bang kir ku dawî li biryarên wisa bînin.
ÇIQAS KES BIKAR TÎNİN?
Li Dinyayê bi ser 90 milyon kesî de vê platformê bikar tînin. Li Tirkiyeyê jî bi mîlyonan bikarhênerên wê hene.