Diyarname
Wîkîpedîa ansîklopediya li qada înternetêype ku rojane mirov wê dişopînin, têde li peyvan digerin. Niha lîsteya rûpelên ku di wîkîpedîayê de îsal herî zêde hatine guhartin hat eşkere kirin.
Li gor lîsteyê di nav rûpelên herî zêde hatine guhartin de rûpelên bi sernavê Donald Trump, Vincent Van Gogh û rûpelên kesên di sala 2016'an de mirine. Sernavê din ên girêdayî hilbijartina serokdewletiya DYA'yê jî zêde hatine guhartin.
Li gor agahiyên Wîkîmedîa Foundation rûleta Van Gogh 3 hezar û 551 car hatiye guhartin, sedem jî ew bûye ku xwestine rûpelê derxin statuya "featured" ku ev yek nîşaneya naveroka bi qelît eye.
Di sala 2016'an de di nav kesên wefat kirin de hunermendên wekî David Bowie û Prince, dîsa boksorê efsanewî Mihemmed Eli û Rêberê Kubayê Fidel Castro jî heye. Di nav salê de lîsteya "Kesên di sala 2016'an de mirine" bi temamî 18 hezar û 230 caran hatiye guhartin. Li gor guhartinan sernavê herî zêde hatiye guhartin ev sernav e.
Berdevkek Wikimedia Foundation wisa gotiye: "Me dît ku hin bikarhêneran mijarên derveyî îsal mane jî dîsa anîne rojevê. Pêşbaziya dansê ya li Arjantînê li dar ket Bailando 2015 ketiye nav 10 sernavên îsal herî zêde hatine guhartin."
Sernavê "Di Olîmpiyatên Havînê 2016'an de Brîtanyaya Mezin" hezar û 578 caran hatine guhartin. SPorkarên Brîtanyaya Mezin di olîmpiyatê de 27 jê zêrîn bi giştî 67 madalya bi dest xistibûn.
Dan Gillmor ku lîste amade kiriye dibêje ku wîkîpedîa di warê agahîdayîna ji bo mirovan de gelek serketye lê carinan hin niyetxirab ji bo agahiyên şaş belav bikin malperê bikar tînin û divê mirov li ser vê haydar be, bi reşneyî li agahiyên li nav malperê binêre.
**
Nûçeyên eleqedar:
- 2016: Yên di tûrîzmê de winda kirin û yên qezenc kirin
- 2016: Kovara Time fîlmên salê hilbijartin
- 2016: Herî zêde me ev lîstikvan meraq kirin!
- 2016: Li Tirkiyeyê fîlmên herî zêde lê hatine temaşekirin
- 2016: RSF'ê beşek ji rapora xwe ya li ser rojnamegeran weşand
- 2016: Ronaldo 'Xelata Goga Zêrîn' girt