Cemil Oguz
Tiştek xweş e hemû pirtûkên mirov ji cihek derkevin ku xwendevan bi rehetî bikaribin xwe bigihînin wan. Tiştek xweş e mirov 30 salên xwe bide zimanê xwe. Û helbet tiştek xweş e weşanxane di 30 saliya nivîskariya mirov de hemû pirtûkên mirov çap bike ligel hinên nû, bi çapa yekemîn. Em qala nivîskar Cîhan Roj û pirtûkên wî dikin.
Biryar ew bû Weşanxaneya Peywendê îsal ji bo 30 saliya nivîskar Cîhan Roj hemû pirtûkên wî çap bikin. Di nav de hinên nû jî. Ev biryar hate cih. Pêl bi pêl dest pê kirin. Ev xebat dom dike ku niha di vê çarçoveyê de 5 pirtûkên nû, bi çapa xwe ya yekemîn jî derketin. Ev pirtûkên Cihan Roj ku bi çapa xwe ya yekemîn derketine didu jê roman, yek helbet, yek çîrok e û yek jî nirxandina ser edebiyatê ye.
“7 AV 7 AGIR 7 DERΔ
“7 AV 7 AGIR 7 DERΔ navê romana nivîskar Cîhan Roj e ku yekem car çap bûye. Cîhan Roj ku di romanên xwe yên berê de cihên wekî Heskîf, Bedlîs wekî mekan bikar anîbû, di vê romanê de Mêrdîn ku bi salan lê maye, ligel Amedê wekî mekan hilbijartine. Di wê romanê de karakter pirsa “Gelo wê kî bihêle ez ji wan hez bikim?” dike û bi vê pirse dikeve dû têkilî û hezkirinên muhîm ên li nav jiyanê.
Roman wisa dest pê dike, “Roja ku Jînayê gotinekê ji nav jîyana xwe dibêjere û dibêje, gelo wê Sîyar bihelê ez jê hez bikim, wê rojê û wê şevê, hay jê çêdibe bê ew li çi digere!”
Di romanê de li hêlek mekan û şert û rewşa jiyana li mekanan tê nîşandayîn û pê re bi bîra xwendevanan tê xistin bê di rewşên bi pevçûn de mirov çiqas hewl bidin hez bikin jî hezkirin ne ew rastî ye tenê bi gotinan were jiyîn. Jîna wekî jinekê ew qas ji xwe bawer ku wê li gorî şert û şûrtên tên hêvî kirin wê hez bike lê a muhîm ne hewla wê ye, a muhîm ew e bê ka kesek wisa hebe ku bihêle mirov jê hez bike! Di romanê de lêgerîna li kesekî dibe sebeb ku rastî gelek kesên cuda bê, jiyan û karakterên nû binase.
“ARMONÎKAYA HÊŞÎN”
“Armonîkaya Hêşîn” navê romana din a Cihan Roj e ku ew jî yekem car çap bûye. Di romanê de karaktera sereke Polîşan e. Polîşan ji malbateke paşazade ya kurd e ku hatiye sirgûnkirin. Malbata wê di heman demê de bi edebiyat û hunerê re eleqedar bûye. Polîşan bi kesekî tirk ê alîgirê laîkiya hişk e bi wî kesî re zewiciye, pey re dev ji hev beredane.
Fesîh Mûşî ye. Wexta wextê bavê wî Mehdî Zana wekî mînak bo wî nîşan daye. Fesîh terzîtî dike. Şîret û hêviyên bavê wî di bîra wî de ne. Ew hewl dide bi xwendin, lêkolînan pêş ve biçe, vegere welatê xwe û bibe şaredar.
Polîşan bi dansê hewl dide bibe mîna Leîla Bedirxanê, Fesîh jî hewl dide bibe mîna Mehdî Zana. Wexta Fesîh diçe sahafan û tê, li wir jî tabloyên jiyana rojane ya polîtîk ya vî welatî û ya jiyana hin çepgiran ya dema me tê rojevê. Lêgerînên Polîşan û Fesîh dewam dikin. Heya rêya Polîşanê bi Wanê dikeve. Li Wanê Polîşan rêya xwe dibîne, guherîneke mezin lê diqewime.
“ASÊ”
“Asê” navê pirtûka helbestan a nû ya Cîhan Roj e. Bi çapa xwe ya yekemîn li pêşberî xwendevanan e. ASÊ bi temaya hezkirinê hatiye nivîsîn. Nivîskar Roj di vê dosyayê de bi temamî ji alî şiklî ve hewl daye metnên dengbêjiyê bi derfetên helbesta modern re biceribîne.
Ji destpêka kitêbê: “Dibêjin, çîrokên hezkirinê ên bi sewt, di şîyîrên vî zimanî de, mohr lê şikestî ne…”
“DEMA KULÎLKAN”
“Dema Kulîlkan” pirtûkek çîrokan e. Ji pirtûkên çîrokên ên Cihan Roj “Meyman”, “Deriyê Çîrokê” û “Sehne”yê neqandinek hatiye çêkirin û ev pirtûk jê hatiye sazkirin. Di pirtûkê de 36 çîrok hene.
“EDEBÎYATA MODERN A KURDΔ
“Edebiyata Modern a Kurdî” pirtûka Cihan Roj a li ser edebiyatê ye. Di pirtûkê de gelek nivîsên wî yên li ser wêjeyê hene. Çend hevpeyvînên ku pêre hatine kirin jî di pirtûkê de hene. 'Rewşen û 'Nifşê Nodî', 'Şêroşê Biro, Kandisky û Foucault', 'Di Memê Alan de bi dilan tê sond kirin', 'Konferansa nivîskaran a li Îzmîrê', “Mehmed Uzun: Çîrokeke Dirêj A Nivîskarîyê’, ‘Edebîyata Ku Li Demsala Xwe A Pêncemîn Digere’, “Oryantalîzm û felek, temsîlîyet û metnên saf’ hin nivîsên di vê pirtûkê de ne.
‘EZ KÊFXWEŞ IM’
Cihan Roj li ser meseleyê wisa dibêje, “Ez kêfxweş im ku di sî saliya nivîskariya xwe de, bi hemî berhemên xwe ez ligel Peywendê dimeşim. Min bi xwendina xwe a romaneke Anatole France re ferq kiribû jiyana ku ez li pey im, jiyana ku bo gelek xewn, xeyal û pirsên min dibe bersiv jiyana di edebiyatê de ye. Wê rojê ez bûm xwendevanek her û her ê edebiyatê û peyder pey xeyalên nivîskariyê bo min. Wekî xeyalên herî muhteşem şikil digirtin û sala 1993’yan wekî dîrokeke herî mihteşem a ji jiyana min e ku di wê dîrokê de min bi zimanê xwe dest bi nivîsînê kir.”
‘ROMAN NAVENDA NIVÎSKARIYA MIN E’
Cîhan Roj bi helbest û çîrokê dest pê kiriye. Jixwe yekem pirtûka wî jî wekî helbest hatiye çapkirin. Dûre çîrok û piştî wê jî roman hatin. Di 15 salên dawî de piraniya berhemên wî ku derketin roman in. Li ser vê pirsa me dibêje, “Wexta derbasî romanê bûm min bi gelemperî dest ji nivîsîna çîrokan kir çimkî roman wê derfetê dide ku meriv karibe her çîrokê li gorî hezmkirina romanê bikar bîne. Çendî caran min got ez ê nema şiîran binivîsînim lê her carî hest an jî sebebên cuda bûn sebeb ez di navberê de helbestan bo xwe lê bikim, peyre jê gelek bûn pirtûk. Ez nema êdî qerarekê bo şiîrê digirim lê karê ku li navenda nivîskariya min e roman e, heta romanan binivîsînim ez ê çîrokan nenivîsînim.”
Hemû pirtûkên Cîhan Roj:
- Ratîka (Helbest), Weşanên Sî, Reşemî 2002
- Meyman (Çîrok), Weşanên Lîs, 2006
- Aqil Diçe Sewda Dimîne (Helbest), Weşanên Do, 2008
- Deriyê Çîrokê (Çîrok), Weşanên Do, 2008
- Meşa Moriyan (Roman), Weşanen Evrensel, 2011
- Perde (Roman), Weşanên Na, 2012
- Sehne (Çîrok), Weşanên YNKD, 2013
- Serkêş (Roman), Weşanên J&J, 2014
- Gîtara Bê Têl (Çapa duyem a Gîtara Bê Têl-2009), Weşanên J&J 2014
- Hurcahil (Roman), Weşanên J&J, 2015
- REŞ (Roman), Weşanên J&J, 2015
- AV Û BERF (Helbestên bijare), Weşanên J&J, 2018
- MALA BAZ (Roman), Weşanên J&J, 2018
- ŞEŞAQIL (Roman), Weşanên Lîs, 2021
- ŞAYÎR Û DEFTER (Helbest), Weşanên Peywend, 2023
- EDEBÎYATA MODERN A KURDÎ (Wêje), Weşanên Peywend, 2023
- ARMONÎKAYA HÊŞÎN (Roman), Weşanên Peywend, 2023
- DEMA KULÎLKAN (Çîrokên bijare), Weşanên Peywend, 2023
- SOM MAVÎ (Oyku), Weşanên Peywend, 2023
- ASÊ (Helbest), Weşanên Peywend, 2023
- 7 AV 7 AGIR 7 DERÎ (Roman), Weşanên Peywend, 2023
Pirtûkên Hatine Wergerandin:
- MAHRUM (bi tirkî; wergera romana “Perde” ye), Weşanên J&J, Adar 2017
***
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA WE BIKIŞÎNIN (Lînkê bitikînin):
- Piştî şer yekem hejmara Playboy derket
- Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûk û herêmên bi nakok peyamek belav kir
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- Çîroka jiyana Xedarê kurd li benda we ye
- Pêşbaziya Huseyîn Çelebî kete 30 saliya xwe
- Agahiyên nû li ser TUYAP'a îsal
- Ji bo zarokan şerê Gîsko û Sibatê
- Pêşbaziya Kurtefîlman 'Qeyrana Avê'
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.