Diyarname
Wezareta Edelatê ya Tirkiyeyê ku girêdayî hikumetê ye duh êvarê berî measî xilas bibe bi 5 deqeyan mafê berendamê Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jê girt. DEM Partî banga "Dest ji vê biryara şaş vegerin" kir.
Bûyer wisa qewimî: Berendamê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di sala 2022'yan de hemû mafên xwe yê fermî bi paş ve girtin û bi awayekî fermî dikare bê hilbijartin. Roja 29'ê adara 2024'an Wezareta Edelatê berî measî bi dawî bibe bi 5 deqîqeyan serî li dozgeriyê daye û xwestiye ev mafê wî bê betalkirin. Dozgerî ev yek wekî talîmat hesibandiye û serî li dadgehê daye. Dozger jî mafê wî betal kiriye. Biryar bêyî teqez bibey bêyî mafê îtîrazê û mafê temyîzê bê bikaranîn biryar ragihandine YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê).
DEM Partî di daxuyaniya ku belav kiriye ke gotiye, "Dadgeha ku mafê karîna ketina hilbijartinê (bi tirkî 'memnu hakki' tê gotin) biryara Hevşaredarê me Abdullah Zeydan daye, heman dadgehê bi biryara ku girtiye ev maf binpê kiriye, hiqûq tune hesibandiye. Ev fikir ew tişt e ku mafê vîna gel tune dihesibîne. Abdullah Zeydan Hevşaredarê Wanê ye û bila her kes hurmetê nîşanî vê yekê bide. Divê ev biryara ku hatiye girtin di cih de bê betalkirin. Em banga hemû hêza demokratîk dikin ku di vî warî de pejinkar be. Yên ku dixwazin dest deynin ser vîna gelê me em wan hişyar dikin."
BAKIRHAN: EV BÊHIQÛQÎ YE
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan twitek bela vkir û got, "Hevşaredarê me Abdullah Zeydan ji hemû raçavkirinên YSK'ê derbas bûye, YSK'ê bi xwe berendamtiya wî erê kiriye, niha dixwazin di şexsê Zeydan de kêmîsê deynin ber gelê Wanê. Bi paş ve girtina mafê Zeydan bêpiqûqî ye û binpêkirina jiyana demokratîk e. Îro mafê gelê Wanê neyê parastin sibê dê vîna bajarên din tune bê hesibandin. Ji bo demokrasî, hiqûq û edaletê em bang dikin ku her kes vîna gelê Wanê biparêze; divê vê kumpas û kêmîsê ligel vîna geLê wanê be."
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Yenîden Refahê banga hilbijartina pêşwext kir
- Navçeyên ku herî zêde deng dane DEM Partî kîja ne? (Lîste)
- Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
- Îmamoglu: Agahiyên tên me kêfxweş dikin
- Bajarên kurdan rewş çi ye? Va ne agahî
-Nava rojê li ku çi qewimî? Va ye gava bi gav nûçe (lînkê bitikînin)