Cemil Oguz
Nivîskar Hîlmî Akyol ku bi berhevkariyê tê nasîn 4 pirtûk bi hev re çap kir. Ji wan yek jê li ser hunermendên Amedê ye.
Ji 20 salan zêdetir e nivîskar Hîlmî Akyol li ser berhevkariya folklora kurdî dixebite û heta niha zêdeyî deh pirtûkan pêşkêşî xwendanan kiriye. Akyol niha jî bi 5 pirtûkên xwe derket pêşberî xwendevanên kurdî. Pirtûkên Akyol bi navê, “Mamê Rovî”, “Kerdiz”, “Ji devê Nêrgiza Hemê, Hawîşana Pale, Zîna Elîxan”, “Tîna Rojê” û “Çar Gulên Amedê” ji Weşanên Do derketin. Gulên Amedê li ser hunermêndên amedî yên navdar Eyşe Şan, Huseynê Farî, Mehmûd Qizil û Zilfîqarê Bagurî ye.
Ji Radyoya Yêriwanê heta plakên bi kurdî
Hunermendên kurd Eyşe Şan, Huseynê Farî, Mehmûd Qizil û Zilfîqarê Bagûrî li herêma Amedê bi nav û deng in. Di dema ku kurdî qedexe bû, vegotina stranên bi kurdî beramberî ceza û îşkence bû, amediyan guh dida Radyoya Yêrîwanê û bi kurdiya ku ji wê derê diherikî dicoşiyan. Sal bi ser re borîn, ev çar hunermend gihan hawara amediyan. Ji ber ku her çar hem ji Amedê bûn, hem jî di nav kesên pêşîn de bûn ku di navbera salên 1965-1980’yan plakên bi kurdî derxistin her di dilê amediyan de şêrîn bûn. Amediyan êdî ew hem wekî amedî hem jî wekî nunerên xwe, hunermendên xwe ji wan hez kir.
Sal hat li Amedê û li derdorê kesê/a ku “Binefşa Narîn”a Mehmûd Qizil, “Wele Nastînim”a Eyşe Şan, “Xalê Cemîl”a Huseynê Farî, “Xanimê Lê Xanimê”ya Zilfîqarê Bagûrî nebihîstibe nema. Û ev stran êdî ne ji ser zimanê amediyan ne jî ji ser zimanê kurden bakur neket.
Nifşekî bi dengê wan mezin bû
“Binefşa Narîn” çîrokak keçikeke xweşik bû, “Wele Nastînim” hawara keçikek ku bi zorê didin zewicandin, “Xalê Cemîl” jî çîroka xaloyek 44 sal ê ku dixwaze bi keçikek 14 salî re bizewice û keçik wî naxwaze pêşkêş dike.
Niha ev deng, ev stranên ku nifşekî bi wan mezin bû di nav pirtûka “Çar Gulên Amedê” de derket pêşberî xwendevanan. Pirtûka ku ji aliyê Hîlmî Akyol ve hatiye amadekirin ji stran û jiyana hunermend Şan, Qizil, Farî û Bagûrî pêk tê.
Çar pirtûkên din
Akyol digel “Çar Gulên Amedê” 4 pirtûkên din jî derxistin. Ji van “Kerdiz” li ser pêkenokan e, “Mamê Rovî” hemû ji çîrokên li ser roviyan pêk tê. Akyol di pirtûka “Zargotina Kurdî” de ji devê sê jinên kurd Nêrgiza Hemê, Hawîşana Pale, Zîna Elîxan stran, çîrok, fabl û pêkenokên kurdî berhev kiriye. Pirtûka dawî ya Akyol “Tîna Rojê” jî ji helbestên wî pêk tê.
Hîlmî Akyol kî ye?
Nivîskar Hîlmî Akyol di sala 1960’an de li gundê Dêrsila Hezroya Amedê hatiye dinê. Akyol piştî ku 11 salên dibistanê dev ji xwendinê ber dide û dest bi ajokariyê kiriye. Akyol ji berî salên 80’êyî de dest bi berhevkariyê dike lê nikare wan biweşîne. Û piştî salên 2000’î êdî tenê karê berhevkariyê dike û hêdî hêdî pirtûkên xwe çap dike.
Akyol ku dibêje “Ji bo min berhevkarî wekî xwarin û vexwarinê ye” heta niha nezî 20 pirtûkên wî derketine. Hin ji pirtûkên Akyol ev in: “Senem Xanim”, “Tembûrzêrîn û Tembûrzîvîn”, “Mîrze Meheme û Çapik Ehmed”, “Huso û Nazê”, “Mala Zalê”, “Pêkenokên Kurdî”, “Ji devê Hacîra Meydîn”, “Ji devê Riqya Pale”, “Gulê”, “Rast û Sextekar”, “Keçelikê Serdar”, “Diz û Derewkar”, “Mişterî hazir e”, “Awirên Rojê”.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.