Diyarname
Pirtûka nivîskar Selahattin Bulut a bi navê "Xadim" ku di sala 2008'an de derketibû niha çapa wê ya duyemîn derket. Her wiha pirtûka çîrokan a Bulut a bi navê "Bihuşta Lal" jî çapa wê ya duyemîn tê amadekirin.
‘Xadim’ çîroka kesek bi navê Jêhat ku ji girtîgehê derketiye lê derve bûye girtîgeha wî ye. Jêhatê ku piştî 10 salan ji girtîgehê derdikeve, li derve rastî girtîgehek din tê û dikeve nav derûniyeke cihê. Şopên deh salên bihurî yên li ser bedena wî, wî ji hepsê bêhtir êsîr dikin. ‘Xadim’ çîrokeke ku di dawiya wê de sekin tune; dawî şeva reş û windabûna di nav wê tariyê de ye.
Xadim / Selahattin Bulut / Çîrokek dirêj / 96 rûpel / Weşanên Avesta
***
Nûçe û nivîsên li ser 'XADIM'ê:
- Xadim
- Selahattin Bulut: Min xwest derdekî nehatiye vegotin bînim ziman


