Veysel Vesek
Di malpera Diyarnamê de nûce-şîroveyek li ser lîsteya pirtûkên kurdî hate weşandin. Min ji wê lîsteya malpera Diyarnameyê lîsteya pirtûkên folklorê amadekir û çend nîşe li ser nivîsand.
Weşanxaneyên kurdan hema bêje her sal gelek pirtûkên folklorê çap dikin. Ev pirtûk bêhtir berhevkarî ne. Di sala 2023’yan de weşanxaneyên pirtûkê folklorê çapkirî ev in: Avesta, Dara, J&J, Doz, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Name, Nûbihar, Peywend, Pûng Ajans û Wardoz.
Di sala 2023’yan de bi tevahî 36 pirtûkên folklorê hatina çapkirin. Di nav 36 berhemên folklorê de bi zaravayê zazakî tenê pirtûkek heye. Weşanxaneya herî zêde pirtûkên folklorê çapkirî weşanxaneya J&J ye û 22 pirtûk çapkirine. Ji van pirtûkan 21 yên berhevkar Hîlmî AKYOL in. “Berhevkar Hilmi Akyol ev bi salan e karê berhevkirinê dike. Ev 40 sal bûn gelek tişt dabûn hev û ev 10 salên dawî ye her wan deşîfre dike û belav dike.” Heta niha li gorî min hejmartiyê Hîlmî AKYOL 123 pirtûkên berhevkariya folklora kurdan çapkirine.
Weşanxaneya duyemîn ya zêdê pirtûkên folklorê çapkirî Weşanxaneya Peywend e. Vê wêşanxanê çar berhemên berhevkar Munir Timurtaş çapkirine. Ango Munir Timur di nav kesên pirtûkên folklorê nivîsî de nivîskarê duyemîn e.
Di sala 2023’yan de tu weşanxaneyê li ser teorîya folklorê tu pirtûk çapnekirine. Tenê pirtûka “Mîtos û edebiyat” ku edîdorên wê Shab Valî û Kenan Subaşi ne, hinek tiştên li ser teoriya folklorê di nava xwe de dihewînê.
Va ye lîsteya pirtûkên folklorê:
AVESTA:
1- Lawê Pîrê / Berhevkar Roger Lescot / Tekstên kurdî
DARA
1- Pênc Destanên Kurdî Yên Kevnar / Mihemedê Pîrê / Destan-folklor
DOZ
1- Nifirên Kurdî / Şeyh Mehmet Kukalsiz / Folklor
ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ:
1- Mamik û Zûgotinok / Amadekar Jiyan Ay, Minewer Aslan / Folklor
J&J:
1- Antolojiya dengbêj û çîrokbêjên farqînê - 2 - / Hilmi Akyol Zargotin
2-Dengbêj û çîrokbêjên serhedê - 2 - / Hilmi Akyol Zargotin
3- Dengbêj û çîrokbêjên botanê - 1 - / Hilmi Akyol Zargotin
4- Heft guhertoyên strana zilkîfê mala xatûnê / Hilmi Akyol Zargotin
5- Antolojiya dengbêj û çîrokbêjên hezroyê - 2 - / Hilmi Akyol Zargotin
6- Antolojiya dengbêj û çîrokbêjên licê - 2 - / Hilmi Akyol Zargotin
7- Antolojiya çîrokbêj û destanbêjan - 6 - / Hilmi Akyol Zargotin
8- Pênc Guhertoyên Gul û Sînan / Hilmi Akyol Zargotin
9- Şeş Çîrokên Eliyan / Hilmi Akyol Zargotin
10- Antolojiya çîrokbêj û destanbêjan - 1 - / Hilmi Akyol Zargotin
11- Dozdeh qewimîn û dozdeh stran - 4 - / Hilmi Akyol Zargotin
12- Heft Guhertoyên Teyar û Derwêş / Hilmi Akyol Zargotin
13- Dengbêj û Çîrokbêjên Serhedê - 1 / Hilmi Akyol Zargotin
14- Baqek Çîrokên Gelêrî / Hilmi Akyol Zargotin
15- Antolojiya Dengbêj û Çîrokbêjên Licê - 1 / Hilmi Akyol Zargotin
16- Antolojiya Dengbêj û Çîrokbêjên Hezroyê - 1 / Hilmi Akyol Zargotin
17- Antolojiya Dengbêj û Çîrokbêjên Farqînê - 1 / Hilmi Akyol Zargotin
18- Antolojiya Çîrokbêj û Stranbêjan - 5 / Hilmi Akyol Zargotin
19- Dozdeh Qeimîn û Dozdeh Stran - 3 / Hilmi Akyol Zargotin
20- Ji Devê Mêran Stanên Dawetê / Hilmi Akyol Zargotin
21- Heft Guhertoyên Newala Paxir Madenê / Hilmi Akyol Zargotin
22-Toyê Estonekî û Deyîrê Gêlî / Zerrîweş Esnaw / Zargotin
NAME
1- Pêşîya Derê Mala Cemo / Dursun Evren / Folklor
NÛBIHAR
1-Dengbêj Mehmûdê Hesê - Antolojiya Dengbêjan 4 / Omer Guneş, İbrahim Şahin Lêkolîn-Folklor
2- Lalezar Bi Şîret û Hîkmet û Hîkayeyan Şerha Gotinên Pêşîyan / Mela Husnî Hezîn / Folklor
PEYWEND
1- Bilbizek / Munir Timurtaş / Folklor
2- Gulazer / Munir Timurtaş / Folklor
3- Endeko / Munir Timurtaş / Folklor
4- Pîvok / Munir Timurtaş / Folklor
PUNG AJANS:
1- Metelok Gotinên Pêşiyan / Mahfuz Zariç / Folklor
WARDOZ:
1- Kela Dimdimê Xanê Lepzêrîn / Celîlê Celîl & Ordîxanê Celîl / Destan
2- Zilam Ez I’m Milam Kî ye? / Zargotina Kurdên Sûrîyeyê/ Amadekar Celîlê Celîl / Folklor
**
Nûçeyên Salê yên 2023'yan:
- 2023: Li bajarên kurdan çend erebe hene, serê kesî çend erebe dikevin?
- 2023: Di qada navneteweyî de 10 fîlmên serketî, lîsteya Siyadê
- 2023: Li Tirkiyeyê çend mîlyon heb pirtûk hatine çapkirin?
- FIFA xelatê serkewtey serey 2023'nan kerdî vila
- Par çende kitabê kirmanckî veciyayê?
- 2023: Nêzîkî 90 hezar kurdan li Almanyê serî li penaberiyê dan
- Çend rojnamegerên jin girtî ne?
- Çend rojnamegerên kurd girtî ne? Va ye lîste
- Pirtûkên 2023'yan (Temamê lîsteyê)
- 2023: Li Rojava çi çalakiyên hatin çandî li dar xistin?
- 2023: Di malpera helbestê de helbestên herî zêde hatine xwendin diyar bûn
- 2023: Lîsteya kovarên bi kurdî ên îsal derketine
- 2023: Lîstikvanê herî zêde gol avêtiye: Ronaldo
- 2023: Hin nûçeyên derketine pêş
- 2023: 10 Fîlmên herî zêde pere kar kirine
- 2023: Di Googleê de peyvên herî zêde lê hatine gerîn
- 2023: Va ne rêzefîlmên herî serketî
- 2023: Hejmara xwendekarên dersa kurdî hilbijartine diyar bû
- 2023: Li gor NYT'yê 10 pirtûkên derketine pêş
- 2023: Time'ê ew xist berga xwe
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
- 2024: Li dinyayê bûyerên dê biqewimin
HESAÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com


