Diyarname
Li dinyayê di sala 2023'yan de hin nûçeyên ku derketine pêş me dan hev. Ji fîlman heta koç, heta germa global... Va ne hin ji wan:
- BARBIE
Fîlmê derhêner Greta Gerwig ê bi navê "Barbie" li dinyayê rekor şikandin. Fîlm li aliyek li hin welatan hat qedexekirin lê li aliyê din bi bi dest xistina zêdeyî mîlyar dolarî nekor şikand.
Yekîtiya Ewropayê ji ber li gor rêgezan tevnegeriya ye, di farê agahiyên veşarî de xesas tevnegeriyaye 1.2 mîlyar dolar ceza li Facebookê birî.
- HINDISTAN
Yekem car îsal nifûsa Hindistanê nifûsa Çînê derbas kir û texta welatê herî qelebalix bi dest xist. Li dinyayê 8 mîlyar kes hene, ji vê Hindistan xwedî 1.43 mîlyarî ye. Çîn di 1,426 mîlyarî de maye.
- GERMA MEZIN
Kopernik saziyeke çavkêriya kişwerê ye ku di bin banê Yekîtiya Ewropayê de kar dike. Saziyê ragihand ku ji roja ku li ser germê qeyd têne girtin heta niha îsal bûye sala herî germ.
- DJOKOVİÇ
Tenîskarê navdar ê sirp Novak Djokoviç îsal sê Grand Slam bi dest xistin (Avusturya Oper, Fransa Oper û DYA Open) bi vê di warê mêran de bû 24 şampiyonî ku bi dest dixe. Bi vê yekê rekora Rafael Nadal ê spanyayî (22 şampiyonî) şinad.
***
Nûçeyên Salê yên 2023'yan:
- 2023: 10 Fîlmên herî zêde pere kar kirine
- 2023: Di Googleê de peyvên herî zêde lê hatine gerîn
- 2023: Va ne rêzefîlmên herî serketî
- 2023: Hejmara xwendekarên dersa kurdî hilbijartine diyar bû
- 2023: Li gor NYT'yê 10 pirtûkên derketine pêş
- 2023: Time'ê ew xist berga xwe