logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve
  2. Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)
  3. Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray
  4. Kayûm şandin ser Halk TV
  5. Ji bo 1000'î ma 19!
news-details

2023: Lîsteya kovarên bi kurdî ên îsal derketine

  • Dîrok: 29/12/2023
  • Beş: Çapemenî

Cemil Oguz

Ji bo weşanên ser taxiz çap dibin salek zehmet derbas bû. Wekî salên borî îsal jî me berê xwe da kovarên çapkirî ka kîjan weşana xwe didomîne, kîjan rawestiye, kîjanê çend heb derxistin... 

Ji yên nû kovara 'Sûretgraf' îsal yekem car derket. Ji yên herî kevn ku kovara Nûbiharê ye ketiye 31 saliya xwe û bi awayekî bi pergal weşana xwe didomîne. Li ser hiqûqê, li ser çîrokê, helbestê, folklorê, derûniyê kovarên kurdî hene. Îsal 14 kovar ketine nava lîsteya me, par 19 kovaran di lîsteyê de cih girtibû. Ji kovaran hemû bi kurmancî tenê didu (Vate û Şewçila) bi kirmancî/zazakî ne.
Va ye lîsteya kovarên bi kurdî yên 2023'yan:

DESTAR

Kovara Destarê sala 2021'ê de dest bi weşanê kiribû. Par bi îstîkrar derketibû her sê mehan carek lê îsal tenê hejmarek derxist. Ew jî di serê meha sermaweza 2023'yan de derket.

*

DILOP

Kovara Dilopê bi kurdî û tirkî ye. Dilop du mehan carek derdikeve. Kovarê îsal havînê derneket loma jî tenê 3 hejmar derxistin. Di destpêka salê de du hejmar (hejmara 29 û 30)derxistin, havîn vala çû û hejmara 31'ê wekî sermawez-berfanbar derxist.

*

FOLKLORA ME

Kovara Folklora Me di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de li ser folklorê weşanê dike. Kovar 3 mehane ye lê her sê mehan carek derneketiye. Par (2022) hejmara 12'yan ji bo mehên pûşper, tîrmeh û gelawêjê derxistibû, îsal jî tenê hejmarek derxistiye. Kovarê hejmara xwe ya 13'yan vê payîzê derxist. Yanê îsal tenê hejmarek derxistiye.

*

GOLIK

Kovara Golik kovareke qerfî ye. Piranişa xêzkarên wê li girtîgehan in. Îsal hejmara xwe ya 20'an wekî hejmara sermawez-berfanbar-rêbendan (2022-2023) derxistiye, hejmara 21'ê jî wekî avrêl-gulan dernexistiye.

*

KURDEÇÎROK

Kovara Kurdeçîrok kovareke ku li ser çîrokê weşanê dike. Par tenê hejmarek, hejmara 4'an derxistibû. Di sala 2023'yan de jî tenê hejmarek derxistiye: Hejmara 5'an. Kovarê wekî payîz-zivîstan hejmara xwe ya nû pêşkêşî xwendevanan kir.

*

‘KURT TARÎHÎ’

Kovara “Kurt Tarîhî” (Dîroka Kurdan) bi tirkî dest bi weşanê kir, paşê hin nivîsên kurdî jî lê zêde kirin, niha piranî tirkî be jî bi vî awayî weşana xwe didomîne. Kovara ku di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de derdikeve îsal tenê hejmarek derxistiye: Hejmara 51'ê.

Kovar wekî sêmehane ye lê îsal tenê hejmara meha rêbendan-reşemî-adarê derxistiye. 

*

LEWERGER

Kovara LEWerger bi taybetî li ser wergera helbestê weşana xwe dike. Kovarê par dest bi weşanê kiribû, îsal ket sala xwe ya diduyan. Kovara ku çar mehan carek derdikeve îsal 3 hejmarên xwe derxistin: Meha 1'ê, meha 5'an û serê meha 9'an. Bi vî awayî LEWerger îsal her demê di dema xwe de derketiye.

*

NA AKADEMÎ

Kovara akademîk Nûbihar Akademî ji aliyê Nûbiharê ve tê derxistin. Kovara ku nivîsên akademîk belav dike şeş mehan carek derdikeve. Li gor peryoda xwe, îsal du hejmarên xwe, hejmara 18 û 19'an derxist.

*

NÛBIHAR

Kovara Nûbiharê her sê mehan carek derdikeve. Carinan hejmarên wê hinek derengî derên jî lê bi pergal her sê mehan carek derdikeve. Îsal hejmara 162'yê ya zivistana 2023'yan û paşê hejmarên 163, 164 û 165'an pêşkêşî xwendevanên xwe kir. 

*

PHILOSOPHIA

Kovara Philosophia di bin banê Weşanxaneya Na de derdikeve. Kovara ku gotiye "çar mehan carek dertê" îsal tenê hejmarek derxistiye; hejmara 4'an ya meha rêbendan-reşemî-adar.

*

PSYCHOLOGY KURDΠ

Kovara Psychology Kurdî kovareke derûnînasiyê ye çar mehan carek di bin banê Weşanên Avestayê de derdikeve. Kovarê îsal hejmarên xe yên 15, 16 û 17'ê derxistin. Yanê her çar mehan carek hejmara xwe gihand ber destên xwendevanan.

*

SÛRETGRAF

Kovara Sûretgraf di bin banê Weşanên Avestayê de îsal dest bi weşanê kir. Kovara ku li ser fotografiyê ye hejmara xwe ya yekem vê zivistan-biharê pêşkêş kir. Hejmara wê ya diduyan wekî payîz-zivistan hat belavkirin.

*

ŞEWÇILA

Kovara Şewçila bi kirmanckî (zazakî) ye. Kovara ku par payîzê bi hejmara xwe ya 17'an piştî navberek carek din  dest bi weşanê kiribû, îsal jî derket pêşberî xwendevanan. Şewçila 18 zivistana 2023'yan, ya 19'an biharê û ya 20'î havînê derket. Heta ev nûçe hate amadekirin îsal 3 hejmar belav kiribû.

*

VATE

Kovara Vate bi kirmanckî (zazakî) sê mehan carek derdikeve. Grûba Vate kovarê amade dike û sê mehan carek derdikeve. 

Kovarê vê zivîstanê hejmara 75'an, biharê hejmara 76'an û havînê jî hejmara 77'an pêşkêş kir. 

*

YÊN KU PAR DERKETIN ÎSAL DERNEKETIN

Di nav lîsteya me ya 2022'yan de kovara "Folklor û Ziman" hebû ku di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de derdiket lê îsal qet derneket. Kovara Folklor û Ziman kovarek akademîk bû.

Kovara li ser hiqûqê Dadistan par du hejmar derketibû, îsal qet derneket.

Kovara "Bar" kovareke helbestê bû. Par hejmara 6'an (sermawez 2022) derxist lê îsal qet derneket.

“Dîalog” kovareke bi kurdî ye ya li ser Şanoyê par di meha adarê de hejmarek derxistibû, paşê dewam nekir. 

Kovara "Psyche-Mezg" bi kirmanckî (zazakî) li ser pîsîkolojiyê derdiket, par hejmara diduyan wekî hejmara bihar-havîn 2022 derxistibû, îsal qet dernexist.

Kovara Zarema piştî demek dirêj par hejmarek derxistibû, lê paşê ragihadibû êdî dê wekî kaxiz çap nebe û îsal tu guherîn çênebû, careke din çap nebû.

Kovara Zendê ku ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve dihat derxistin par hejmara xwe ya 29'an derxistibû, îsal qet derneket.

***

*Têbinî: 

- Me kovar li gor rêza alfabetîk rêz kirin. 

- Kovarên bi latînî yên li Bakur derdikevin di nav vê lîsteyê de cih girtine.

- Kovarên bi kurdî yên ku me ji bîr kiribin hebin, haya me pê bixin emê lê zêde bikin.

Bi ser twetter, facebook re dikarin peyamê bo me bişînin. Dikarin bi ser van mailan re jî agahî bidin me: diyarname@diyarname.com cemilo@diyarname.com

 

 

 

 

***   

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.   

 

 

***    

 

Nûçeyên Salê yên 2023'yan:

- 2023: Yên ku xatir xwestine 

- 2023: Lîstikvanê herî zêde gol avêtiye: Ronaldo 

- 2023: Hin nûçeyên derketine pêş 

- 2023: 10 Fîlmên herî zêde pere kar kirine 

- 2023: Di Googleê de peyvên herî zêde lê hatine gerîn 

- 2023: Va ne rêzefîlmên herî serketî 

- 2023: 100 pirtûkên sereke 

- 2023: Hejmara xwendekarên dersa kurdî hilbijartine diyar bû 

- 2023: Li gor NYT'yê 10 pirtûkên derketine pêş 

- 2023: Time'ê ew xist berga xwe

 ***
 

- 2022: Lîsteya hemû kovarên bi kurdî yên ku derketine

 

- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê       

 

  ***

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: 
instagram.com/diyarname1

MAIL: diyarname@diyarname.com        

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 14 10 2026

Kayûm şandin ser Halk TV

news
  • 09 10 2026

Rojnameger Şaban Sevinç û Mustafa Balci hatin girtin

news
  • 08 10 2026

Fotoyê rojê ji ber avahiya AYM'ê tê

news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

news
  • 27 08 2026

Hejmara nû ya Nûbiharê li pêşberî xwendevanan e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

HRRK bi çalakiyek Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dike

ad

Xelata Ayşenur Zarakolu hat dayîn

ad

Xelata Wêjeyê ya Nobelê dan Munro

ad

2025: Bilançoya salê; 9200 kes hatin kuştin

ad

Dadgehê ceza da rojnamegeran

ad

Xelata Sagnic ya Azadiya Welat e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

  • 13 10 2026
news

Di Lîga Şampiyonan de maçên îro û yên sibê (Hat nûkirin)

  • 13 10 2026
news

Barselonayê 4 gol avêtin Galatasaray

  • 13 10 2026
news

Kayûm şandin ser Halk TV

  • 14 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname