Diyarname
Îro li Amedê DEM Partî hevberendamên xwe yên jin ên şaredariyan eşkere kirin. Bi beşdariya van hevberendaman civîn hat li dar xistin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partî Halide Turkoglu axaftina destpêkê kir û got, "Emê pêşî kayûman bişînin, paşê emê texrîbatên ku wan çêkirine ji hêlo rakin. Emê pergala azadîxwaz a jinan ava bikin."
PANKARTÊN BI KURDÎ
Hevseroka DEM Partî Tulay Hatimogullari, Hevseroka DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar jî di nav de gelek jin beşdarî civînê bûn. Di civînê de diruşmên wekî "Bi vîna jinan demokrasiya herêmî","Dema jinan vîna jinan”, “Demê cinîyan îradeyê cinîyan” hatin bilind kirin. Li salonê pankartên wekî, “Li hemberî şîdeta mêdewletê demokrasiya hêrîmî, " Seba cuye ekolojîke demê cinîyan îradeyê cinîyan”, “ji bo şarevaniya pirzimanî dema jinan vîna jinan” hatin daliqandin. Turkoglu xêrhatin li mêvanan kir û got, "Em bi kelecan in, bi hêvî ne. Bi vê kelecan û hêviyê em ber bi 31’ê Adarê ve diçin. Hevalên hêja, em bi hêz û biryardariyê birêxistin bûn. Me got 'hevseroktî xeta me ya mor e' û em bi paradîgmaya xwe ya demokratîk û azadîxwaza jinan bi rê ketin. Me ji bo hilbijartina herêmî îradeya xwe danî holê û pêşhilbijartin kir şahiya demokrasiyê. Û îro em bi namzedên xwe re ne ku ji wê şahiya demokrasiyê wekî îradeya gel derketin. Ez bi vê wesîleyê careke din we silav dikim. Hûn bi xêr hatine, li ser seran hatine."
ŞAREDARA YEKEM KARADAG: 'PÊŞÎ EM SÊ JIN BÛN'
Şaredariya Dêrikê ya berê Ayşe Karadag ku li nav partiya kurdan yekem şaredara jin bû axivî û got, "Em dema bûn şaredar em 3 jin bûn. Bazidî Mukaddes Kubilay niha girtî ye ez bejna xwe li ber wê ditewînim. Li Qoserê hevala Cihan Sîncar bû ez li Dêrikê bûm. Dema ez çûm Dêrikê digotin em nahêlin were Dêrikê. Piştre em çûn me xebata xwe kir gelê me me bi ser xistin. Hevalên zilam pir tengasî ji me re derxistin. Dema di meclisê de tiştek digotin min digot na, digot ez zilam im û te ez şikandim. Lê me serê xwe daneanî me xebatên xwe kir û em niha bûne 100 heb, 1000 heb jin. Em şarederên xwe li salonan hevdû nas dikin. Serkeftin ji hevalên jin re."
Hevseroka DEM Partî Tulay Hatimoglullari jîi axivî û got, "Ger em li vê salonê ne, em deyndarê tevgera jinan in."