logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

Kadri Gursel: Ji BDP’ê hîn bibin

Metna plansaziya berendamên BDP'ê wisa metnekî bû divê siyasetmedarên li rojava jê feyzê bigirin.

  • Dîrok: 07/03/2014
  • Beş: Ji Çapemeniya Dinyayê

Kadri Gursel

Min yekşema xwe ya çûyî li quncikek welat ku şerê AKP-Cemaetê nikariye jehr bike, li Amedê borî, û ji vî bajarê, ez bi çavdêriyên ku ez bawerim dê ji aliyê siyaseta muxalîf ve bi fêde bin vegeriyam.

Her çiqas pevçûna AKP-Cemaetê hewaya Amedê qirêj nekiribe jî nebêjin li bajêr heyecana ji bo hilbijartinê tune ye... Kuçe piranî bi afîş û flamayên BDP'ê xemilandî ne lê ev yek hinek xapînok e. Ji ber ku li bajêr reqabeteke siyasî tune ye. Çawa ku ji sala 1999'an ve çêbû, vê carê jî di hilbijartina herêmî de li Amedê dîsa dê tevgera kurd bi ferqek mezin bi ser bikeve. 

Di sala 2009'an de berendamê DTP'ê ku wê çaxê hê nehatibû girtin Osman Baydemîr bi sedî 65.6, bi dengek mezin bi dest xist. AKP di sedî 31.3 de mabû. Mimkûn e ku di vê hilbijartinê de BDP hinek din dengên xwe bilind bike. Bi guherîna zagona sala 2012'yan ku navçe hemû ji bo Şaredariya Bajarê Mezin deng didin, li bendê ne ku ev yek dê hinek dengên BDP'ê zêde bike.

Gere em gavên ku ji bo "pêvajoya çareseriyê" li bendê bûn AKP biavêje û neavêtine, û her wiha navê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan êdî wekî berê li van deran bandorê nake jî li vê zêde bikin.

Faktoreke din jî heye ku bibe sedem hinek dengên AKP'ê têk biçin, Huda-Par e ku dikeve hilbijartinê... Alîgerên tevgera Hîzbûllahê ku berê deng didin AKP'ê niha piştgirî didin Huda-Parê. Dema em ji aliyê hemû herêmê ve li meseleyê dinêrin BDP li bendê ye ku Mêrdîn û Agirî ji dest AKP'ê bigire; Wan û Sêrt ku di sala 2009'an de ji destê AKP'ê derxistibû, dîsa li van deran bi ser bikeve... Ji bo serketina Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê BDP'ê Osman Baydemîr ku niha ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê nîşan dane ew qas bi xwe bawer xeber nadin.

BDP di vê hilbijartina herêmî de di serî de li Amedê li hemû herêmê nûbûneke bi xwe re tîne ku dê bala saziya siyasetê ya Tirkiyeyê bikişîne: BDP di hilbijartina herêmî de her derê ku mimkûn bûye bi yek jin, yek mêr bi berendamên hevserokatî beşdar dibe. BDP li Amedê bi ser bikeve dê Hevserok Gultan Kişanak û parêzer Firat Anli bi hev re bibin "Hevserokên Şaredariyê yên Bajarê Mezin a Amedê". Kişanak di heman demê de xwe amade dike ku li Tirkiyeyê bibe yekemîn şaredara jin a Bajarê Mezin. Firat Anliyê 42 salî di navbera 2004-2009'an de li Yenîşehîra navçeya navendî ya Amedê şaredarî kiriye. Paşê Serokatiya Rêxistina DTP'a Amedê ya ku hat girtin kiriye. Berî wê jî Serokatiya Rêxistinên Bajêr ên HADEP û DEHAP'ê ku hatibûn girtin jî kiriye... Li bajêr Anli siyasetmedarekî ye ku baş tê nasîn. Di vê navberê de ev "Hevserokatiya Şaredariyan" a BDP'ê di zagonê de nîn e. BDP'ê bi Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak bi hevserokatî rêxistin bi rê ve biribûn û li bendê nemabûn ku heta zagon çêbe. Niha hevserokatiya şaredariyan jî dê wisa be. Kişanak dê bibe şaredara ku zagonê qebûl kiriye û Anli jî cîgerê wê...

Kar û pênase di pêkanînê de dê bi hev re bêne parvekirin; Bi qasî ku em hîn bûn, dê miaşên xwe jî par ve bikin. Dema ev pergala hevserokatî baş bê bikaranîn dê bike ku jin wekî kesên azad li nav siyasetê û civakê, bi awayekî azad û wekhev tevbigerin. Ev yek dê bibe teşwîqkirinekî.

Di dema ku aliyê rojavayê welat desthilatdariya mihafezekar a olî dike ku jin dest ji qada îktîsadî berdin û bi paş ve vekişin, tevgera kurd pêşî li jinê vedike. Ez vê terciha BDP'ê wekî gaveke divê bê pesinandin dibînim. Metna* plansaziya xebatên demên pêş a BDP'ê ku me ligel beşek qunciknivîskaran yekşema borî lê guhdarî kir, wisa metnekî bû divê siyasetmedarên li rojava jê feyzê bigirin. Ev rişwet û nelirêtiya ku van rojan her roj tê eşkerekirin, dibe sedema şaşwazî û hêrsa me, di nav belgeya BDP'ê de çareya vê heye: Meclisa Şaredariya Mezin ku ew dê wekî parlemena bajêr dibin xebitandin, dê gel teşwîq bikin ku beşdarî rojeva wan bibe, hemû beşên civakê dê beşdarî biryargirtinê bibin, civînên meclisê dê bi awayekî zindî bêne weşandin... Ji bo butçeya sala borî dê hesabê bidin, butçeya sala bê dê di forûmên civakî yên bajêr de nîqaş bikin... Di mijarên krîtîk de dê referandûmê li dar bixin... Ji bo jinan cudatiya pozîtîf, hesabdayîn û beşdarîbûyîn, ji herêmê ber bi navendê ve li hemû Tirkiyeyê piştî Erdogan divê bibe rêgeza aştî û rehabîlîtasyonê.

kgursel@milliyet.com.tr

06.03.2014, Milliyet

Werger: Cemil Oguz

***

* Berendamên Şaredariya Amedê Kişanak û Anli qala projeyên xwe kirin

 

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Ji Çapemeniya Dinyayê - Nivîsên Dawî
news
  • 09 02 2023

Ev jî çêbû: Di TIR'a alîkariyê de tilyak hat dîtin

news
  • 28 12 2022

Taywanê dema leşkeriyê bilind kir

news
  • 25 12 2022

2022: Hejmara kurdên ku li Almanyayê ji bo penaberiyê serî lêdane diyar bû

news
  • 12 12 2022

Bazinek sexte firotine Şêxê Qatarê

news
  • 05 12 2022

Oxfordê peyva salê hilbijart

news
  • 23 11 2022

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Min efû bikin

ad

Şaredariyên BDP'yî dê ji bo komîsyonê biaxivin

ad

Palot, Batgî û Keskîn hatin darizandin

ad

Li Qamişloyê ji bo cejnê pirtûk li zarokan tên belavkirin

ad

Festîvala Çanda Kurdî îro dest pê dike

ad

Axa me bi kulîlkên sor xemilî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname