Diyarname
Nivîskar H. Kovan Baqî ji niha û pêde dê wekî qunciknivîskar ji bo Diyarnameyê binivîse.
H. Kovan Baqî ji salên 90'î ve bi şeweyeke cihêreng dinivîse. Wî bi çîrokên xwe di nav qada wêjeyê de nav dabû, paşê roman jî nivîsîn. Ew ê niha ji bo Diyarnameyê binivîse. Em xêrhatinê lê dikin û hêvî dikin ku bi hev re em xizmeta vî zimanî bikin
H. Kovan Baqî kî ye?
H. Kovan Baqî kî ye?
H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike.
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J