Diyarname
Seroka Bankeya Navendî ya Ewropayê (ECB) Cristine Lagarde ragihand ku ewê banknotên Euroyê ji nû ve dîzayn bikin.
Pereyê Yekîtiya Ewropayê yekem car di 1'ê rêbendana 1999'an de ket piyaseyê. Pêşî di bin rêberiya Fransa û Almanyayê de li 11 welatan ket piyaseyê, piştî 3 salan li van 12 welatan bi temamî ket piyaseyê: Fransa, Almanya, Hollanda, Belçîka, Luksemburg, Spanya, Portekîz, Avusturya, Îrlanda, Fînlandiya, Îtalya, Yewnanistan. Paşê 7 welatên din lê zêde bûn û Euroyê xwe li piyaseya 19 welatan Pêça.
Ev 20 sal in Euro li piyaseyê ye û niha ew dixwazin dîzayna wê biguherînin.
Di Euroyên pêşî de "Serdem û stîl" bikaranîbûn û di vê çarçoveyê de çiya, pir û abîdeyên Ewropayê ku temsîla serdeman bûn bikar anîbûn. Niha ew dixwazin dîzaynê ji nû ve saz bikin. Lagarde wisa dibêje, "Piştî 20 salan dem hatiye ku em Euroya xwe li gor her temenî û her kokî la Ewropayê ji nû ve saz bikin."
Seroka ECB'ê dibêje di vî warî de ew dê fikra ewropayiyan bigirin û biryara dawî di sala 2024'an de bidin.