Diyarname
Di maça yekemîn a çarîk fînalê de ku Polonya û Portekîz hatin hemberî hev de Portekîzê bi penaltiyan reqîbê xwe têk bir û derbasî nîv fînalê bû.
Polonya jî Portekîz ev 5 maç bû têk nediçû. Bi asteke wisa her duyan dest bi maçê kir. Lê hê di destpêka maçê, di deqîqeya 2'yan de Polonyayê gol avêt. Di vê deqîqeyê de Kamil Grosicki asît kir û Robert Lewandowski gol avêt: 1-0.
Ji her du aliyan ve jî atakên mezin çêdibûn û lê golek din nedihat heta deqîqeya 33'yan. Lîstikvanê Fenerbahçeyê Nani ji bo Renato Sanches gog avêt û Sanches wekhevî saz kir: 1-1. Nîveka yekemîn bi vê encamê bi dawî bû. Di nîveka duyemîn û 30 deqîqeyên zêdek jî rewş neguherî. Rewş ber bi penaltiyan ve çû.
Pêşî li ser navê Portekîzê Ronaldo gog danî ser xala spî û gol. Lewandowski bersiv da di penaltiyan de bû 1-1. Sances gol avêt, Milik bersiv da, Votinyo gol avêt Gilik bersiv da û bû 3-3. Nani got çar lê li ser navê Polonyayê Kuba nekarî golê biavêje. Û Quaresma gog danî erdê, gotina dawî got: 5-3. Portekîzê bi 5-3 yê penaltiyan reqîsê xwe têk bir û derbasî nîv fînalê bû.
Di maça Galler û Belçîka (sibê dê bi hev re bilîzin) de kîjan bi ser bikeve dê bibe reqîbê Portekîzê.