Heke neteweyek bûbe xwediyê kemilînê, gerek mîsyona xwe jî darizîne. Neteweyeke esil, gerek karibe hin tiştan piştguh jî bike.
Antênên avangard ên edebiyatê, tim li bejnên daçiviyayî û qûnên beloqbûyî rast tên.
Qene kesek di nava we de tazî ye. Hûn ên mayî, bi pantorr û çakêt û qerewatên xwe gişk bêedeb in.
Di xayl û xeyalan de, her tişt bi wateyên erjeng ên netemambûyî himle ye. Her tişt ji azweriyên bi rojê kûrtir û tîrtir e – wekî jineke tehrîqkar e. Aha ders ev e: Hunermend gerek xwe tenê di ronkahiya rojê de bi sînor neke, gerek xwe bigihîne jiyana şevê ya însên û li sembol û mîtosên wan bigere. Xewn û xeyal, rastiya jiyayî ya rojane xera dike, hin perçeyan û beşên seyr jê dineqetîne û bi awayekî jixweberî wan bi dûzan dike – ev yek wateya bêwatebûnê ye, lê kûrbûna herî kûr e; bi saya vê yekê em dikarin bipirsin bê ka fêmkirina me ya sade ji bo çi û li ser navê çi hatiye tunekirin. Wê çaxkê em dikarin wekî em li hîyeroglîfan dinêrin li absurdê binêrin û vê qebûla xwe li bêjingê xin: “Çima em qanih bûne ew heyîneke û ji ber çi me ew wekî heyîneke qebûl kiriye…” Axir gerek huner rastiyê xera bike, heta bi kîteya biçûçik wê ji hev veqetîne û ji wan kîteyan dinyayên absurd ava bike. Helbet di vê lêrasthatinê de zagoneke veşarî heye û ev zagon wateya xwe îhlal dike – ev zagona zagonnenas famkirina me ya dereke ji kokê de hildiweşîne û berê me dide wateya hundir (navxweyî).
Îdeaya klasîk, çawa sadebûn û zelalbûnê li ser hunerê ferz dike, xayl/xeyal jî bi dorfirehî ehmeqiya wê eşkere dike. Eşkerekirin çi ye? Ev eşkerekirin, eşkerekirina şevê ye, ne ya rojê. Ev eşkerekirineke wiha ye ku, eşkerekirinên din tevan diavêje koncala tarîgeheke bêbinî, bixwe dibe fanosek û tenê xalekê ronî dike. Lewra gerek derveyî xeleka şewqa fanosê, wekî peyama Phytîa’ya rû-nixumî tarî be û ji hemû wateyan firehtir be – yanê gerek hem xwedî wateyeke pirwate be, hem xwedîşêwazeke neceribandî. Hîn jî hûn qala zelalbûna klasîkan û yewnanan dikin? Heger ew li gor we zelalbûn be, nexwe hûn kor in. Rojekê, nîvro herin li Venusa herî klasîk temaşe bikin, hûn ê şeva herî tarî bibînin.
Werger: H.Kovan Baqî
Têbinî: Ev nivîs ji wergera Neşe Talûy Yuce hatiye wergerandin.