Diyarname
Akamediya Nobelê eşker kir ku ew îsal Xelata Nobelê ya Tibê didin Katalin Kariko û Drew Weissman. Her pispor ji ber xebata xwe ya li ser derziya mRNA'yê hêjayî xelatê hatine dîtin.
Katalin Kariko bi eslê xwe ji Macaristanê ye û Drew Weissman jî ji DYA'yê ye. Xelata vê beşê beramberî 11 mîlyon kronên Swedê ye.
Her du pispor li Zanîngeha Pennsylvaniaya DYA'yê li ser mRNA'yê xebitîne.
Akademî sibê dê Xelata Nobelê ya Fîzîkê eşkere bike. Rojên dûre jî dê serketiyên xelatên beşên din eşkere bike.
