Diyarname
Mebûsê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç meseleya girtina bin çavan an tewqîfkirinê ya ji ber peyva Kurdistanê bir Meclisa Tirkiyeyê. Ji bo bi awayekî nivîskî bersivê bide Sarisaç pirsiyarnameyeke da Cîgerê Serokomar Fuat Oktay.
Mebûsê HDP'ê Sarisaç ji pirsgiyarnameyê de wisa got: "Ji Heredot (BZ484-425) û peyrevên wî Ksenophon (MÖ. 430-355) ile Strabon’un (BZ. 64- MS. 24) di berhemên xwe de, di 'Divanu Lugati't-Turk" ê Kaşgarli Mahmuk ku di sedsala 11'an de hatiye nivîsîn û wekî yekemîn ferhenga tirkî tê qebûlkirin, dîsa ji Siltanê Selçûkî Sencer heta Kazvinli Hamdullah Mustevfi, Katip Çelebî; ji Evliya Çelekî heta Meclisa Yekemîn a Tirkiyeyê di zabitnameyan de peyva 'Kurdistan'ê gelek cihan tê bikaranîn. Ev yek di lêkolînên zanistî de xwe nîşan dide. Dîsa Serokomar Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya 19'ê sermaweza 2013'yan de gotiye 'Ji vir heta 90 sal, 100 sal berê herin, hûnê peyva kurd di wê meclisê de bibînin. Ligel vê yekê jî peyva 'Kurdistan, bajarên kurdan, erdnîgariya kurdan di vê sedsala 21'ê de hê jî wekî pirsgirêk tê dîtin."
Sarisaç piştî vê ravekirinê ev pirs ji Oktay pirsîn:
- Erdên ku ev bi hezaran salan e kurd lê dijîn, ev erdnîgariya çandî û dîrokî mirov wekî 'Kurdistan' bi nav bike qedexe ye? Ger qedexe be sedema vê qedexeyê çi ye?
- Rêveberên dewletê jî peyva Kurdistanê bikar tînin, lê hemwelatî ji ber vê peyvê têne binçavkirin. Ji ber kîjan hiqûqê? Ger di vir de sûcek heye ev sûc dikeve nav kîjan sûcan?
- Heta ev pirsiyarname me daye çend lêpirsînên derbarê peyva Kurdistanê de hatine dest pêkirin? Agahiyên îstatîstîkî yên li ser vê lêpirsînê çi ne?
- Ji bo mirov pêşî li vê tirsa li ser peyva dîrokî û sosyolojîk bigire çi xebatên xwe hene?
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Kutumê ku ji ber peyva 'Kurdistan'ê hatibû girtin, hat berdan
- Ji ber peyva 'Kurdistanê' akademîsyen Kutum hat tewqîfkirin
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname01
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com