ALÎ GULER
Wane: Sînema... Mijar: Kusî jî dikarin difirin... Filmê Behmen Qubadî ‘Kûsî jî dikarin bifirir’ ku gelek xelat girtibû li dibistanên Almanyayê wekî wanê tê dîtin. Heta niha 40 hezar xwendekarî li film temaşe kirine. Derhêner Qubadî got: Ez kêfxweş im ku fîlm wekî mijareke perwerdehiyê hatiye bikaranîn.
Filmê derhênerê kurd Behmen Qubadî piştî mudaxelaya DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ya sala 2003’yan li hember Iraq’ê, hat kişandin. Fîlm yekem filmê ku piştî şer li Iraqê hatî kişandin e. Film li ser drama zarokên kurd yên piştî şer li herêmê di nav mayînan dijîn hatiye kişandin û di gelek festîvalên navneteweyî de gelek xelat wergirtiye.
Di sala 2005’an de li Almanya ji aliyê saziya dewletê ya bi navê ‘Navenda Zanistên Polîtîk yên Federal’ ve û bi şîrketa Filman ya Mîtos Fîlm re bi hev re pirtûkek amade kir û pêşniyar kir ku fîlm li seranserê welat wekî meteryalê waneyê bê bikaranîn.
Yekîtiya Dibistanan jî ev pêşniyar qebûl kir û biryar da ku fîlm di dibistanên seretayî de bê nîşandin.
Fîlm ev pênc sal in li Almanya di dibistanan de, wekî meteryalê waneyê tê nîşandayîn. Heta niha nêzî 40 hezar xwendekarên di temenên 9-16 salî de li filmê “Kusî jî dikarin bifirin" temaşe kirine.
Derhêner Behmen Qubadî, nîşandana film ya di dibistanên Almanyayê de ji bo ANF'ê re nirxand, diyar kir ku "Li welatek wekî Almanyayê di dibistanan de wekî dersnîşandayîna fîlm ji bo min cihê kêfxweşiyê ye."
Qubadî got ku di filmê wî de, tiştên ku zarokên kurd dijîn raxistiye ber çavan û wiha berdewam kir: "Min di vî filmî de hewl da ku, êş û rewşa zarokên kurd derxim pêş. Ji ber wê jî, fîlm ji bo naskirina kurd û zarokên kurd berhemek baş e. Ez hêvîdarim ku rojekê filmên Almanan jî di welatê me de wê ji zarokên me bên nîşandayîn. Û bi vî awayî wê zarokên welatên cuda derfeta naskirina çanda welatên cuda bibînin."
Belavkarê fîlm ê Almanyayê û xwediyê Mîtos Fîlmê Mehmet Aktaş got ku tişteke girîng e saziyeke cidî wekî Navenda Zanistên Polîtîk a Federal fîlm wekî dersê nîşan daye û wisa berdewam kir: "Armanca nîşandayîna fîlm a di dibistanên Almanyayê de ew e ku xwendekar dîroka kurd û sînemaya kurd binasin. Jixwe di pirtûka ku me amade kiriye de me cih daye dîrok û çanda kurdan. Îro zarokên di navbera temenên 9-16'an de dersê dibînin. Ev di pêşerojê de wê welat bi rê ve bibin. Hinek wê bibin siyasetmedar, hinek bibin dîrokzan, sînemager. Ji ber vê nasandina wan a kurdan, dîrok û sînemaya kurdan gelek girîng e."
Ji ANF'ê hatiye girtin