Diyarname
Çeteyên DAIŞ'ê par van deman êrîşê sivîlan kiribû. Niha ew şehîd û şehîdên din ên Kobanî, yên kurdan li Kobanî bi du çalakiyan têne bibîranîn. Yekji wan semînerek û yek jî şevbuhêrka helbestan e.
Çalakî ji aliyê HRRK'ê (Hevgertina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) ve tê organîzekirin. Çalakiya semînerê bi beşdariya Dildar Şeko ve li dar dikeve. Şeko roja 28'ê mehê saet 17'an de Li Dibistana Şehîd Hoger dê semînera xwe pêşkêş bike.
Şevbuhêrka Helbestan jî roja 29'ê mehê saet 17'an de Li Navenda Ciwanên Şoreşger dê li dar bikeve. Di şevbuhêrkê de dê helbestvan Ehmedê Huseynî, Dildarê Şeko, Cîhan Hesen, Ednan Hesen û Aras Riho amade bin.