Diyarname
5'emîn Festîvala Sehafan îsal di navbera 6-18'ê mehê de li dar dikeve. Festîvala ku ev çend sal in li Parka Taksîmê li dar diket îsal li Tepebaşî, li kêleka avahiya TRT'ê li dar dikeve.
Di festîvala sehafan de bi hezaran berhemên kevnare derdikevin pêşberî sehafhezan. Ji pirtûkên kevn bigire heta kartporstal, heta afîş û gelek amûrên din li festîvalê derdikevin pêşberî gel.
Festîvala ku ji aliyê Şaredariya Beyogluyê ve tê li dar xistin îsal li cihê xwe yê nû ye.