QAMIŞLO
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Yekîtiya Mamosteyan li Qamişlo bi armanca nirxandina rewşa dibistanan û destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê civîn lidar xist. Di encama civînê de biryar hat girtin ku komîteya şopandina karên dibistanan bê avakirin û li hemû dibistanan dersên bi zimanê kurdî bêne dayîn.
Di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de Endamê Desteya Rêvebera Tevgera Civaka Demorkartîk (TEV-DEM) Şahoz Hesen axivî û bal kişand ser rewşa şoreşa li rojavayê Kurdistanê û rêxistina civakê. Hesen diyar kir ku pêwîst e civaka Rojava xwe baş bi rêxistin bike.
Serokê Yekîtiya Mamosteyan Xalis Misewer jî da zanîn ku pêwîst e hemû başên civakê xwe di warê pêşxistina zimanê kurdî de berpirsyar bibînin. Misewer destnîşan kir ku wan şaşiyên ku par derketine holê nirxandine û li gor vê wê îsal zimanê kurdî baştir pêş bixin. Li ser navê SZK’ê Nesrîn Doko jî hin pirsgirêkên ku par derketine holê anî ziman û da zanîn ku wan îsal xwe baş amade kiriye û dê rê nedin tu kesî ku li ber pêşxistina ziman bibe asteng.
Piştî axaftinan nêrîn û pêşniyarên endaman hatin girtin û rêbazên perwerdehiyê hatin gotûbêjkirin.
Di encama nîqaşan de biryar hate girtin ku Komîteya Şopandina Karên Dibistanan bê avakirin û li hemû dibistanan dersên zimanê kurdî bêne dayîn. Her wiha biryar hat girtin ji bo ku li hemû dibistanan dersên din jî bi zimanê kurdî bêne dayîn, mamoste di perwerdeya zimanê kurdî re bêne derbaskirin.
Ji ANHA'yê hatiye girtin
(Wêne ji çalakiyeke ji bo ziman a li Bakur hatiye girtin)