Diyarname
Ji ber pandemiyê fûtbol di zirarê de ye û federasyonên welatan jî di nav tengasiyê de ye. Ji ber vê yekê 150 zêdetir federasyonên fûtbolê yên welatan serî li FIFA'yê da û ji fona alîkariyê alîkarî xwestin.
Ji serê sala îsal re li dinyayê vîrusa koronayê belav bû. Ji wê rojê de heta îro fûtbol jî wekî gelek beşên din ket nava qeyranê. Pêşî 3 meh maç hatin bi paş ve xistin, dûre serdema 2019-2020 a fûtbolê bê temaşevan li dar ket.
Li ser vê serdemê rayedarê FIFA'yê (Yekîtiya Federasyonên Fûtbolê ya Navneteweyî) Olli Rehn ragihand ku di vê serdemê de zirarê fûtbola cîhanê gihîştiye 14 mîlyon dolarî. Ev yek bi qasî sisêyê yekê salane butçeya fûtbola gerdûnî ye.
Tê gotin ku herî zêde fûtbola Ewropayê ji vê serdemê zirar dîtiye. Li aliyê din FIFA dibêje ku serdema 2020-2021 jî dê bi awayekî neyînî derbas bibe û herî hindik di sala 2022'yan de dê rewş baş bibe.
FIFA'yê di vê serdema pandemiyê de ji bo federasyonên endamên wan fonek alîkarî û bê faîz deyndayîn a bi qabî 1.5 mîlyar dolar amade kiribû. Niha ji vê fonê federasyonên fûtbolê yên neteweyî mîlyar dolarek alîkarî, konfederasyon jî 2 mîlyon dolar alîkarî dixwazin. FIFA heta 5 mîlyon dolaran dikare bê faîz alîkarî bide. Û li ser vê rewşê zêdetirî 150 federasyonên fûtbolê yên dinyayê ji fonê alîkarî xwestiye. Li ser daxwaza zêde FIFA di nav fikarê de ye.