Diyarname
Maçên Lîga Şampiyonan li gor asta wê têne lîstin. Heyecan, gol, reqabet, berxwedan û êrîş, hemû bi hev re hene. Pêr 10 gol, duh êvarê 8 gol hebûn.
Li Spanyayê 3 gol hebûn
Di Lîga Şampiyonan de maçên çarîk fînalê hatin lîstin. Maça li Spanyayê de Atletico Madridê tîma alman Borussia Dortmund kir mêvan. Nîveka yekemîn Atleticoyê tenê firsendeke şûtavêtinê neda Dortmundê lê di nîveka duyemîn de Dortmund hat ser xwe. Encam: 2-1.
Golên A. Madridê di deqîqeya 4'an de Rodrigo De Paul, deqeya 32'yan de Samuel Lino avêt. Dortmundê di deqîqeya 81'ê de bi Sebastien Hallerî bersiv da.
Li Fransayê 5 gol hebûn
Li Fransayê jî heyecaneke mezin hebû. Tîma mezin a fransiz PSG'ê tîma Katalan Barselona kiribû mêvan. Dijî hev gelek hewldanên mezin çêbûn lê yê serketî bû Barselona: 2-3.
Li ser navê PSG'ê di deqîqeya 48'an de Ousmane Dembele û deqeya 50'î de Vitinha gol avêt. Li ser navê Barselonayê deqeya 37 û 62'yan de Raphinha, deqeya 77'î de Andreas Christensen gol avêt. Bi vê encamê Barselona bi avaraj vegeriya mala xwe.
Maçên rovanşê yên vê çarîk fînalê rojên 17 û 18'ê mehê têne lîstin.