Suleiman Sulevani
Dr Ferhad Pîrbal kesekî nasyar e ne tenê li başûrê Kurdistanê belki li beşên din jî yên welatê me, her nebe, xwende û kesên xwe nêzikê edebiyat û intelektuelîyê dibînin wî nas dikin. Pîrbal mirovekî akademisyen, nivîskar, hunermend û wekî ew bi xwe, ji xwe re dibêje fîlozof. Di ser de jî, ew kesekî kontroversiyel e û dîtinên pir cuda û dij hev; derbarê wî hene.
Di van rojan de pir ser kesayetiya Dr Ferhad Pîrbal tê rawestan bi taybetî piştî lêdana wî (11.04.2017) ji aliyê du kesên çekdar ve li bajarê Hewlêrê. Gelek kes Ferhad Pîrbal bi awayên cuda didin nasîn wekî kesekê sekuler, lîberal, netewî, aza, anarşîst û hwd lê tiştê bala min kişand nêrîna wî ya li ser jinê ye.
Min nameyeke vekirî xwend ku Terze Jaf, jina Ferhad Pîrbal ya berê nivîsiye û di rojnameya ÇAWDÊR di roja 15.04.3017 belav kirîye. Ew nama gelek bi zimanekê kubar, nerm û vekirî hatiye nivîsîn. Kurtiya wê nivîsînê ev bû. Demeke Terze Jaf û Ferhad Pîrbal jêk cudabûne û wekî jin û mêr nemane. Ferhad Pîrbal her dem, li vir û li wir behsa xiyaneta wê jinê dike. Terze Jaf dinivîse, wê heya niha xwe bêdeng kiriye û nexwestiye ser mijarê baxive her çend mijareke hesas û hestiyar e bi taybetî di komelgeha kurdî de û helbijartina wê bêdengiyê jî ne ji şerm û tirsê ye lê belku ji bo navê xwe û her du zarokên xwe. Ji ber ku ew xwe nas dike û kesên dewr û pişta wê jî, wê nas dikin, Terze Jaf wê namê jibo kesên wê nasnakin dinivîse û ji binî ve gunehkirina xiyanetê red dike û dibêje ku Ferhad Pîrbal bi xwe jî vê yekê dizane û loma jî ew dixwaze em vegerin mîna berê wekî jin û mêr.
Çawa ronakbîrekî kurd ku xwe sekular û lîberal dibîne bi vî çavî li jinê dinêre? Ez tiştekî ji jiyana wî ya xwemalî û privat nizanim, jixwe ne hewceye mirov bizane û ew ne karê tu kesekî ye bizane jî. Lê nabe mirov bi vî rengî behsa jinê bike, her nebe wekî rêzek ji bo zarokên xwe. Mirov dikare ji hev cuda be jî lê dîsa rêza hev bigrin, rêza rojên xweş bigrin. Bêguman ne tenê ronakbîr lê gereke her mêrekî kurd bi çavekê yeksan û wekî hev li jinê binêre. Jin dayk e, xwişk e, dot e û nîvê jiyanê ye. Mirov wê kêm neke, neêşîne. Ne ku dema bixwaze wê bişkîne û biçûk bike, bavêje “şerefa” wê. Şeref gotineke erebî ye û gelek wê weke paşmayîna *kultureke* erebî û îslamî dibînin ku mixabin mirov ser tên kuştin û bi taybetî jî jin. Jin tên perçiqandin, pelixandin û ji holê rakirin ser gotinekê û fesadiyekê ku kes nizane rast e yan ne rast e. Ew dibin qurbana wê têgehiştina dijwar. Heyf jiyan ew qas erzan be. Şerefa zilamî ne di lingê jinê de ye!
Em vegerin ser lêdana birêz Ferhad Pîrbal li bajarê Hewlêrê bi wî rengê kirêt û naşirîn û li ber çavê xelkê ji aliyê du gencên bi cilên sivîl û di dest de demance û keleşnîkov. Diyar bû ew kes karmendên hikumetê ne. Wê bûyerê kîn, kerb û nefreta xelkê rakir. Cihê dilxweşiyê ye ku gelek sazî û kesayetên cuda ew rûdan şermizar û protesto kirin. Masmedya kurdî li hindur û derveyî welat bi firehî ser rawest. Kurdan diyar kir ku miletekî zindî ye û neheqiyê qebûl nake. Ferhad Pîrbal bi tenê nema. Desthilatê ew her du kes girtin, lêpirsîn dest pê kir, serdan û pêwendiyên telefonî bi wî hatin kirin.
Helbet ew lêdan gelek kirêt bû ne tenê ji bo kesekî wekî Ferhad Pîrbal belkî ji bo her hemwelatiyekî. Guneh û şaşiya kesekî hebe, wî demî dadgeh heye, nabe mirov bi wî awayî bê lêdan û biçûk kirin. Polîs û desthilat heye ji bo parastina mafên hemwelatiyan ne ji bo wê yekê ku, ew wan mafan pêşîl û binpê bikin. Erê, hinek caran gotin û helwestên Ferhad Pîrbal ti pêwendî bi demokrasiyê û mafên mirovan nîn e, lê dîsa jî her kesekî bi wijdan be; gereke rûdanên wiha protesto û şermezar bike. Çeka Ferhad Pîrbal tenê ziman û pênûs e, ew dikare hestan birîndar bike û ji bo vê yekê jî dadgeh heye.
Ferhad Pîrbal kesekî kontroversiyel e û hinek caran dibe anarşîst. Sotina nasnama iraqî, sotina paseporta iraqî, sotina pereyên iraqî û haşa ji iraqbûna xwe kirin û gelek rexne, gotin û hestên netewî û kurdistanî hember dagirkerên Kurdistan û heya partî û rêxistinên kurdî jî, wiha kir ku xelk bi awayên cuda hez jê bikin.
Erê, bûyera lêdanê wekî gelek kesan bi min jî pir nexweş hat û ez wan her du kesan û kesên li pişt wan bi tundî şermizar dikim. Her çend ez bi xwe ne digel gelek boçûn û dîtinên wî me lê ev nayê wê wateyê ku hinek rexneyên wî ne aza, rast û di cihê xwe de ne. Dijbera wê hinek helwêstên wî gelek orîjînal in.
Rexneya herî mezin ew e dema mirov gotinên dij hev bike, îro tiştek sibe tiştek din. Ew nîşana ne stabîlbûnê ye. Helbet mirov dikare dîtina xwe biguhure çi ser kesan be, partiyan be yan jî ser her meseleyeke din be lê nabe mirov wê zû zû bike û wekî xwarina rojane, rojê sê caran biguhure.
Û paş ew stîlê hawar, qîjeqîj, xeber û gotinên kirêt, ajîtasyon, tiyatro, tazîbûn, mîzkirin û gelek karên ne li cih û anarşîst wiha dike ku mirov xwe jê dûr bike û rexneyên tûj lêbike. Jixwe xwe nêzik kirina ji hinek îslamîstên kurd wekî Mela Elî, behsa nivêj û tercumeya Quranê ji bo kurdî û bilindkirina gotina Ellahu Ekber di show û mîtingên xwe yên dawî de; modeleke taze ye. Ev yeke baş tê dîtin di gelek hevdîtinên wî yên dawiyê de. Helbet di civateke demokrat û pêşketî de her kesek azad e di bîr û baweriyên xwe de.
Di rojên pêş de em ê bibînin ka ew guherîn taktîk e yan jî guherîneke original e?!! Lê di herdu halan de Ferhad Pîrbal dimîne kesekê hişyarker, zimantûj û jêrpisyar!
19.04.307