Mêrdîn
Şaredariya Qoserê ji bo bîranîna Ugur Kaymazê ku tevî bavê xwe hatibû kuştin, peykerek çêkir.
Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmet Kaymaz di 24'ê sermaweza 2004'an de li ber mala xwe hatin qetilkirin. Niha Şaredariya Qoserê ji bo biranîna Ugur Kaymazê 12 salî peykerek çêkir.
Di vekirina peykerê Ugur Kaymaz de malbata Kaymaz, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, rêveberên DTP'ê jî di nav de gelek kes amade bûn. Vekirina peyker ji aliyê Şaredar Ferhan Turk û zarokan ve bi def û zurneyê hat vekirin.
Turk, di vekirinê de axaftinek kir û xwest êdî zarok neyên kuştin. Turk, diyar kir ku ew vî peykerî li ser navê Ugur Kaymaz diyarî hemû zarokan dikin. Diya Ugur Kaymaz Makbûle Kaymaz jî xwest êdî zarok neyên kuştin û dawî li kuştinan bê.
Li ser peykera ku hate vekirin bi kurdî wisa hatiye nivîsîn:
"Em zarok ên rûken bûn
Li kolanên welat. Ewrên rû bixwîn canê me distînin.
Em zarokên mezopotamya
kevokên aştiyê ne."