Seyit EVRAN
Siyaset ne di wateya derewê de ye. Bi ehlaqîbûn e. Civakîbûn e. Baweriya olî, fikir, bawerî çi dibe bila bibe vegotina rastiyê ye. Lê li Tirkiyeyê rewş ne wisa ye. Tam berevajî vê yekê ye. Dewleta Tirkiyeyê ligel rêvberên wê, dibêjin ku ew aîdê ola Îslamê ne. Ji ber vê yekê tiştên ku ew dikin çîroka têkiliya cemaet û mele nîşan dide. Ger em li daxuyaniya Serokwezîr Davutoglu a rojên borî binêrin emê bi awayekî zelal vê yekê bibînin.
Davutoglu di daxuyaniya xwe ya rojên borî de PYD ji bo xwe kir hedef. Ne tenê kir hedef. Di heman demê de sûcdar kir. Sedema ev hedefnîşandayîn û sûcdarkirinê ew bû ku têkiliya xwe ya qirêj ya li ser Rojava, ya ku li qada navneteweyî ya bi hêzên navneteweyî re dikir pêk bîne, ya li herêm û ya bi şirîkên xwe yên kurd ku dikir bixe dewreyê; belê dixwest bi vê sûcdarkirinê wê polîtîkayê veşêre. Lewre tu rastiyeke wan sûcdarkirinan tune bû.
Wisa dibêje: "Par me bi PYD'ê re têkilî saz kir, armanca me ew bû ku wê ji rejimê dûr bixin û Esadî ji desthilatdarî daxin. Lê PYD'ê têkiliya xwe ya bi rejimê re domand." Davutoglu di şexsê PYD'ê de hemû gelê Rojavayê sûcdar dike. Lewre PYD li Rojava tenê partiyeke siyasî ye. Ji bilî şirîkên wî yên kurd ku tu qîmeta wan nîn e, ên ku ji bo kursiyekê her tiştî difroşin, ji bilî wan kes bi van gotinên Davutoglu bawer nake. Ji ber ku her kes dizane ku gel û gelên Rojava ji sala 2004'an û vir ve li hemberî rejimê di nav şerekî de ne. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ku Davutoglu sûcdar dike bixwe jî her kes dizane di zindanên rejimê de çend salan maye.
Davutoglu, YPG'ê nîşan dide û dibêje: "Me xwest YPG ligel Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) îtîfaqê çêke û rejimê têk bibe. Lê wan ev yek nekir." Derewa bi belge ya Davutoglu li vê derê derdikeve holê. Ji ber ku YPG'ê her hewldana ku ji bo YPG bi AAS'ê re îtîfak çêke avêt, ji aliyê Tirkiyeyê ve hat xirakirin. Berevajî îtîfaqa bi YPG'e re cih da şirîkên xwe yên kurd ên di hembêza xwe de. Li ser vê yekê çend mînakên berbiçav:
Di sala 2013'yan de hê dema ku DAIŞ bi temamî nexistibûn dewreyê û çalak nekiribûn li derdora Helebê YPG'ê bi AAS'ê re di asta herî jor de dest bi hevdîtinên cidî kir. Di encama van hevdîtinan de li Helebê li hemberî rejimê stratejiya şer a hevpar hate diyarkirin. Li ser vê bingehê li Eşrefiye û Şêx Meqsûdê şer dest pê kir. Di dawiya vê de di bin pêşengiya Mistefa Şêx de, ligel hêzên demokratîk ên Sûriyê û ligel hinên ji Artêşa Sûriyeyê veqetiyabûn tevgereke hate çêkirin. Vê tevgerê yekemîn civîna xwe di meha reşemî/sibatê de li Idlîbê çêkir. Civîva xwe ya duyemîn a berfireh di meha adarê de bi beşdariya rêveberên AAS'ê yên ji Şamê heta Hesekê li dar xist. Di vê civînê de daîreyeke rêveberina tevgerê hat çêkirin. Ev daîre dê di meha gulanê de li Atmeyê civîneke li dar bixista û Serfermandariya Giştî diyar bikira. Wê demê ji bo Serfermandariya Giştî General Mihemed Faris dihat fikirîn. Lê ji her du cîgirên wî yek dê ji YPG'ê ba. Ev civîn dê di meha gulanê de li dar biketa lê tam di vê demê de bi destê Cebar Egîd ku serleşkerê AAS'ê yê Helebê bû êrîşeke li hemberî Efrînê hat dest pê kirin. Raste rast bi beşdariya îstîxbarata Tirkiyeyê YPG li derveyî civînê hat xistin û civîn li Atmeyê li dar ket. Tevgera ku dixwestin çêbikin YPG li derveyî wê hat girtin. Ji dêvla YPG'ê hêzên piştgiriya wan tuneye, yên ji aliyê Tirkiyeyê ve têne têrkirin yên bi navê Eniya Îslamî ya Kurd û Komala xistin nava wî tevgerê. Ji ber vê yekê vê tevgerê nekarî tiştek bike û di kurtedemê de bela wela bû. Bi vî awayî Mistefa Şêx ku pêşengî ji bo vê tevgerê dikir jî hat tasfîyekirin (têkbirin). Tekane welatê ku dijî vê tevgerê derket Tirkiye bû. Ji ber ku paşê di hevdîtina min a bi Mistefa Şêx re de, Şêx Tirkiye nîşan dabû û wisa gotibû: "Cîranên me û hêzên her em bi wan re di têkiliyê de ne nehişt ev yek çêbibe."
Di heman demê de Li derdora Azaz-Bab-Cerablus û Helebê vesazkirineke din derket rojevê. Tevgereke ku Cebhet El Ekrad jî di nav de bû çêbû. Cebhed El Ekrad li herêmê bû tevgereke bi bandor. Tirkiye ji bo derbe li vê tevgera çêbûyî bide Cebbar Egîd û 60 rêveberên AAS'ê li Entabê li hev civand, li hemberî kurdan biryara têkbirinê girt. Piştî vê li Tel Aran û li Tel Hasilê komkujî çêbûn. Îtîfaqa ku li nav qadê AAS û YPG'ê dixwest çêbike, bi destê Liva Tevhîd ku sereke wê Cebbar Egîdî bû ku ew di bin qontrola Tirkiyeyê de bû hat belav wela kirin. Bi lîstikên Tirkiyeyê ev yek xira bû. Helbet ev lîstik bi planên Ahmed Davutoglu ku wê demê Wezîrê Karen Derve yê Tirkiyeyê bû û bi planên Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan çêbûn. Hewldanên bi vî rengî li qada Kobanî û Cezîre jî çêbûn. Hêzên hevpar hatin çêkirin. Lê ji ber rola xiraker a Tirkiyeyê ev hêzên hevpar jî hatin belakirin.
Mînaka dawî, gotininên berpirsê Ehrar Şam Hesen Abûd in. Abud, berî ku bê kuştin bi du rojan li Efrînê ji bo hêzeke hevpar ligel rêveberiya YPG'ê civiya. Wî gotina "Hin hêzên naxwazin em bi we re bicivin hene. Ji ber vê yekê me tehdîd dikin" kiribû û bal kişandibû ser Tirkiyeyê. Ji ber ku her gotina, "Welatên ku em her bi hev re dicivin, em li nav axa wan rehet in" dianî ziman. Wekî tê zanîn Hesen Abûd û hemû rêveberên koma Ehrar Şam hatin kuştin. Tu hêzeke jî ev kuştin negirt ser milên xwe.
Bi van mînakan derdikeve holê ku gotinên Davutoglu yên li ser meseleyê hemû derew in. Derdikeve holê ku êrîşa li hemberî Kobanî ne wekî gotinên wî, lê plana wan û plana kurdên şirîkên wan e ku dixwazin bi vê vîna kurdan bişkînin. Wekî ku hesab dikir çênebû. Mecbûr man bi rêveberiya Rojava re li hev rûnin. Dixwestin bi êrîşên DAIŞ'ê vîna Rojava bişkînin û wan teslîm bigirin lê mecbûr man ligel rêveberiya meşrû ya Rojava rûnin. Lê xalên ku wekî şert radixin ber çavan, tiştên ku bi êrîşên DAIŞ'ê dixwestin bi dest bixin in. Kurdan û Kobanî winda nekir. Tirkiyeyê winda kir û dê hê ev windakirina wê bidome jî.
06.10.2014, Ozgur Gundem
Werger: Cemil Oguz