Diyarname
Lîstika Muzaffer Îzgu a bi navê “Sînor” ku Teatra Bakur a NÇM’ê derxist ser dikê yekem car hate lîstin.
Lîstik ji aliyê Cewad Pale ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û Serhat Ertuna derhêneriya wê kiriye. Lîstik duh yekem car li Navenda Çanda Mezopotamyayê ji aliyê Teatra Bakur ve hate lîstin û îro dê dîsa lîstik bê lîstin.
Lîstik li ser sînorê du welatên xelayî derbas dibe, bi rola du leşkerên nobedar ên ser sînor rexneyê li mîlîtarîzmê dike. Di lîstika trajîkomîk de Serhat Ertuna û Cihat Ekincî rol girtiye ser milê xwe.
Derhêner û lîstikvanê lîstikê Serhat li ser lîstikê wisa dibêje: "Bi taybetî li ser vê erdnîgariyê sînor her têne îhlalkirin û vê yekê me teşwîqê hilbijartina lîstikeke wisa kir. Di nav jiyana me de sînor pir hatin îhlalkirin. Em ji bihara trajediyan hatin û vê yekê jî kir ku em lîstikek wisa bilîzin. 'Sînor' tam li gor serdemê ye. Lîstik şerî red dike. Aştiyê digire dest"
Piştî Stenbolê lîstik dê roja 26’ê mehêl i Îzmîtê bê lîstin û dûre dê derkevin turneya li bajarên kurdan. Li gor derhêner Ertuna bi taybetî ew dixwazin li bajar û navçeyên wekî Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Serê KAniyê yên li ser sînor bilîzin"
Kunye:
Sînor
Nivîskar: Muzaffer Îzgu
Werger: Cewad Pale
Derhêner: Serhat Ertuna
Lîstikvan: Serhat Ertuna, Cihan Ekinci
Dekor: Sedat Bariş