Cemil Oguz
12 rojên nîşandayîna fîlman bi dawî bû. Festîvalê bi belavkirina xelatan heta salek din xatir xwest. Di şevê de fîlmê Nehir Tuna "Yurt" xelata Fîlmê Herî Serketî Laleya Zêrîn girt. Selman Nacar xelata Derhênerê Herî Serketî girt. BelgefîlMê "Dargeçit" ku li ser kuştin kurdên li Kerboranê hatibû kişandin jî xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt.
12 ROJ 144 FÎLM
43'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê 17'ê mehê dest pê kiribû û 28'ê mehê bi merasimek bi dawî bû. Di van 12 rojan de 144 fîlmên metrajdirêje, belgefîlm û kurtefîlm hatin nîşandayîn. Ji dinyayê fîlmên xelatgirt, derhêner û lîstikvanên wan li Stenbolê bûn û demek xweş derbas kirin.
'PERFECT DAYS' GELEK ELEQE DÎT
Fîlmê derhêner Wim Wenders "Perfect Days" (Rojên Mikemel) wekî fîlmê ku herî zêde eleqe dît derket pêş. Ligel li salonê cih tune bû, rêzek dirêj jî ji temaşevanan li bendê man ku belkî bilêtê peyda bikin. Derhêner Wenders ku Xelata Rûmetê jî girt, lîstikvanê fîlmê wî Koji Yakusho jî rastî eleqeyê hatin.
Di dawiyê de festîval temam bû û ji bo xelatdayînê li Sînemaya Atlasê merasim li dar ket. Dîrektorê Festîvalê Kerem Ayan merasim bi rê ve bir.
'EV DOZ BI DAWÎ NABE'
Derhêner Berke Baş dema xelata belgefîlmê herî serketî girt wisa axivî, "Me di van rojên festîvalê de jî dît, çiqas daraz pêk neyê û dozê bêencam bi dawî bikin jî ev doz bi dawî nabe. Reaksiyonên gelek xweş hatin. Bi temaşekirina fîlm tenê be jî careke din bawerî hat me ku em dikarin di hin tiştan de bi ser bikevin. Mesele tenê li dadgehan bi dawî nabe, ji bo ev doz nekevin ber bayê demê, gere em hemû bikevin nava vê têkoşînê ku ev ketin temaşekirina fîlm tenê be jî."
BO ÇAYAN DEMÎREL SILAV ŞANDIN
Derhêner Aybuke Avci ku bi belgefîlmê xwe "Domates Biber Tansiyon" xelata mansiyonê girt, bibîr xist ku ceza li belgefîlmê "Bakur" birîne, silav ji bo derhênerê belgefîlmî Çayan Demirel şand û got, "Em carek din edaletê dixwazin."
Derhêner Ena Sendijarevic ku bi fîlmê xwe "Sweet Dreams" Xelata Taybet a Juriyê girt ji bo şerê Îsraîl û Filistînê banga şerawestinê kir.
Va ne hemû xelatên hatine belavkirin:
PÊŞBAZIYA NETEWEYÎ
- Fîlmê Herî Serketî: Yurt (Nehir Tuna)
- Derhênerê Herî Serketî: Selman Nacar (Tereddut Cizgisi)
- Xelata Onat Kutlar a Xelata Taybet a Juriyê: "Bilgidin Gibi Degil" (Derhêner Vuslat Saraçoglu)
- Lîstikvana Herî Serketî: Tulin Ozen (Bi dola di fîlmê Tereddut Çizgisi de)
- Lîstikvanê Herî Serketî (Dan du lîstikvanan): Alican Yucesoy, Serdor Orçin (Bi dola di Bildigin Gibi Degil de)
- Senaryoya Herî Serketî: Vuslat Saraçoglu (Bildigin Gibi Degil)
- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Florent Herry (Yurt)
- Dêrhênerê/a Dîmerê yê/a Herî Serketî: Nadide Argun van Uden (Beraber)
- Vesazkirina Herî Serketî: Naim Karat (Bildigin Gibi Degil)
- Muzîka Herî Serketî: Dogan Duru (Son Hasat)
- Xelata Seyfi Teoan a Fîlmê Pêşî: Buyuk Kuşatma (Sinan Kesova)
- Xelata Seyfi Teoman a Fîlmê Pêşî ya Mansiyonê: Başlangiçlar (Ozan Yoleri)
- Pêşbaziya Neteweyyî Xelata Fipresci: Tereddut Çizgisi (Selman Nacar)
- Belgefîlmê Herî Serketî: "Dargeçit" (Berke Baş)
- Beşa Belgefîlmê Xelata Mansiyonê: Domates Biber Tansiyon (Aybuke Avci)
- Xelata Hostayên Ciwan: Hoard (Luna Carmoon)
- Kurtefîlmê Herî Serketî: Eksi Bir (Omer Ferhat Ozmen)
- Xelata Mansiyonê ji bo Kurtefîlmê: Zarafet ve Şiddet Arasinda (Şirin Bahar Demirel)
- Xelata Fipresci ji bo Kurtefîlmê: Beyaz Dagin Çocuklari (Yalçin Çiftçi)
PÊŞBAZIYA NAVNETEWEYÎ
- Xelata Pêşbaziya Navneteweyî Laleya Zêrîn: "Forever-Forever" (Anna Buryachkova)
- Xelata Pêşbaziya Navneteweyî, Xelata Taybet a Juriyê: Sweet Dreams (Ena Sendijarevic)
- Pêşbaziya Navneteweyî, Xelata Fipresci: Forever-Forever (Anna Buryachkova)
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Pêşniyarên ji bo 3 rojên dawî
- Nêzî 150 fîlmî li benda temaşevanên xwe ne
- 'Aşît', 'Anîta' û belgefîlmên din
- Festîval dîsa hat: Fîlmên festîvalê hatin eşkere kirin
- Berlînale ra fîlmê xelatî girotê yenê Stenbol
- Jurî Pêşbazî ay Neteweyî eşkera bî
- Juriya Xelata Seyfî Teoman diyar bû
- Jurî Pêşbazî Belgefîlman hamî eşkerakerdin
- Juriya Pêşbaziya Kurtefîlman diyar bû
- Festîvala Fîlman li benda berhemên we ye