Diyarname
Şanonameya Mem û Zîn a Pîremêrd di 1932'yan de wekî rêzenivîs di rojnameya Jiyanê de tê weyandin. Di 1934'an de jê wekî kitêb tê çapkirin. Niha ew Şanonameya Pîremêrd "Mem û Zîn" ji bi çapek nû ji Weşanên Peywendê derket.
Pîremêrd sê şanoname nivîsîne û ji wan a ewil Mem û Zîn e ku ew şanoname wekî yekemîn şanonameya bi soranî tê qebûlkirin. Piştî ku ev şanoname dibe pirtûk vê carê di sala 1935'an de Komeleya Zanistî wê derdixe ser dikê û dilîze. Pîremêrd temsîla vê şanoyê li Kurdistanê wekî kêlîka yekem a şanoya cidî qebûl dike. Ew çîroka şanonameyê ji bingeh û evîna Mem û Zînê werdigire û ji nû ve adapteyî şanoyê dike. Hêmayên sereke yên destana Memê Alan û mesnewiya Ehmedê Xanî bi awayekî taybet diparêze... Pîremêrd bi armanca neteweperweriyê rengê evîna Mem û Zînê diguherîne. Bilindkirina kurdewarî û neteweperweriyê temaya sereke ya vê şanonameyê ye.
Weşanên Peywendê ji ber girîngiya vê metnê û dîrokîbûna wê careke din derdixe pêşberî xwendevan û şanogeran. Ev berhema ku niha çap bûye, Memê Mala Hinek ew ji bo çapê amade kiriye.
- Mem û Zîn / Pîmerêd / Amadekirina ji bo çapê Memê Mala Hine / Şanoname / 2016