Diyarname
Fîlmê "Zemanekî Anatolî" ku di 64'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de "Xelata Mezin" bi dest xistibû li Tirkiyeyê yekemîn car dê di Festîvala Fîlman a Kozaya Zêrîn a Edeneyê de bê nîşandayîn.
"Bir Zamanlar Anadolu" (Zemanekî Anatolî) fîlmê dawî yê derhêner Nuri Bilge Ceylan e. Ceylan bi vê îsal di meha gulanê de beşdarî Festîvala Cannesê bûbû û Xelata Mezin bi dest xistisû. Fîlm niha beşdarî Festîvalê Kozaya Zêrîn dibe ku festîval di navbera 17-25'ê rezberê de dê li dar bikeve. Fîlm yekemîn car li vê derê dê roja 21'ê rezberê bê nîşandayîn.
Derhêner Ceylan, sazkara fîlm Zeynep Ozbatur Atakan, senarîst Ebru Ceylan û Ercan Kesal, derhênerê dîmenê Gokhan Tiryaki û lîstikvanên fîlm Muhammet Uzuner, Yilmaz Erdogan, Taner Birsel, Ahmet Mumtaz Taylan û Cansu Demirci jî dê li Edeneyê derkevin pêşberî temaşevanan.