Diyarname
Rojên Belgefîlman a Egeyê ligel hemû zehmetiyan jî îsal 8'emîn car deriyên xwe vedike. Ji ber ku rektoriyê cih neda wan îsal çalakî ne li nava Zanîngeha Egeyê li Navenda Çanda Fransiz a Îzmîrî li dar dikeve.
Civata Xebatên Ragihandinê ev 7 sal in li nava Zanîngeha Egeyê "Rojên Belgefîlman a Egeyê" li dar dixe. Lê çend meh berê di navbera de xwendekaran de pevçûn derket û xwendekarekî jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyerê rektoriya zanîngehê li zanîhgehê Rewşa Awarte îlan kir û nahêle kes çalakiyan li dar bixe. Ji ber vê yekê nehiştin rojên belgefîlman jî li wir li dar bikeve. Lê Navenda Çanda Fransiz deriyên xwe ji bo vê çalakiyên vekir û Rojên Belgefîlman a Egeyê li Navenda Çanda Fransiz lidar dikeve.
Belgefîlmên armanc ne karkirina pere yên ji nav Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê hatine hilbijartin û di nav bernameyê de cih girtine. Her wiha di belgefîlman ed li ser mafên mirovan, û yên li ser mirov divê çawa baştir bijî hatine kişandin têne nîşandayîn.
Belgefîlmê ku bi ser jiyana Serokdewletê Uruguay ê berê hatiye kişandin "Pepe Mujica", belgefîlmê bi kurdî ku li ser çîroka du navan e "Navê te çi ye?" belgefîlmê bi navê "Asier û Ez" ku balê dikişîne ser pirsgirêka BASK'ê, belgefîlmê dîmenên ji Kobanî pêşkêş dike, "Beroj" û gelek belgefîlmên din derdikevin pêşberî temaşevanan.
Di Rojên Belgefîlman a Egeyê de belgefîlm bi pênc deqe navberan, bê navber li dû hev têne nîşandayîn. Heta îsal 2 rojan Rojên Belgefîlman li dar diket, îsal ji 14'yê mehê heta 17'ê mehê 4 rojan li dar dikeve.
Ji bo agahiyên berfirehtir: